DÊRIK/GIRKÊLEGÊ – Gelê bajarê Dêrikê û navçeya Girkê legê serdana buroyên komseriyê dikin û hejmara bernamzetên hilbijartinên Hevserokên Komînan li bajarê Dêrikê gihîşt 24 û li navçeya Girkêlegê jî 35 kesan.
Bi destpêkirina qebûlkirina daxwaznameyên kesên dixwazin di hilbijartinan de bibin namzet zêde dibe. Gelê herêma Dêrik û navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til koçer serdana buroyên komseriya hilbijartinan kir û xwe wekî bernamezet pêşniyar dikin.
Rêvebera di Buroya Komseriya Bilind a bajarê Dêrikê Hiyam Ebdo destnîşan kir ku heta niha 24 kesan daxwaznameyênxwe pêşkêş kirine, di nava wan de 7 jinên kurd, ereb û suriyan hene.
Li navçeya Girkê legê jî buroya komseriyê pêşniyarên gelê navçeya Girkê legê, Çil Axa û Til Koçber pêşwazî dike û li gor rêvebera buroyê Sitî Ebdulah heta niha 35 kesan di nav de 12 jin pêşniyara xwe pêşkeş kirine.
Sîham Ibrahîm û Şofa Adem ên ji navçeya Girkê Legê xwe ji namzetiyê re pêşniyar kirin ,destnîşan kirin ku ew ê xizmeta gelê herêmê bikin û bang li her kesê ku dikare vê yekê bike, kirin ku navê xwe qeyd bike.