حركة المجتمع الديمقراطي

Malpera Şehîdên Azadyê bi rengê xwe yê nû dest bi weşanê kir

694

NAVENDA NÛÇEYAN –Malpera Pakrewanên Azadiyê ev demeke ji ber pirsgirêkên teknîkî  hatibû rawestandin. Niha jî û piştî demekê bi rengê xwe yê nû dest bi weşanê kir. Di malperê de wêneyên şehîdan û nivîsên derbarê jiyana şehîdan de hene.

Malpera Pakrewanên Azadiyê(PAKREWANÊN AZADIYÊ) melpereke li ser adrêsa xwe pakrewanenazadiye.com li ser întenêtê tê weşandin. Di malperê de erşîvên şehîdan Rojava ên di nava HPGʹê de şehîd bûne, hatine weşandin.

Derbarê şehîdan de nivîs, sicîl û herwekî din jî agahî hene.

Malper bi rengê xwe yê nû gelek quncikên xwe yên cûda hene: li ser şehîdan, nivîs, û  beşê têkliyê bi berpirsên malperê re jî hene.