EFRÎN – Bi hezaran welatiyên Efrînê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest bi meşê kirin.
Meş ji aliyê Tevgera Civaka Demorkatîk TEV-DEM û Kongra Star ve hat birêxistinkirin.
Meşvanan alên Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM`ê, posterên Ocalan û pankartên şermezarkirina tecrîdê hildan.
Meş ji aliyê Hêzên Asayîşê û Parastina Cewherî ve tê parastin û ev yek care duyemîn ku gel bi vê girseyê dadikeve meydanê.
Meşê ji ber avahiya Asayîşê ya li navenda bajarê Efrînê destpê kir û niha di kolanên sereke de dimeşe.
Tê payîn ku meş li riya serek a berve nexweşxaneya Avrîn rawest û axaftin destpê bikin.
(nse)
ANHA