DÊRIK – Komîteya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî (KNK) a Rojava, Meclîsa Rûspiyên Êşîrên Dêrikê vexwend Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê ku wê li Rojava di meha Îlonê de werê lidarxistin. Meclîsê jî ji aliyê xwe ve vexwendame qebûl kir û piştgiriya xwe ji bo xebatên KNK`ê, anî ziman.
Di çarçoveya serdanên komîteya KNK`ê ya Rojava ji buro û navendên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl re, îro KNK`ê bi Meclîsa Rûspiyên Eşîrên Herêma Dêrik, civiya.
Şande ku ji Endamê Desteya Rêveber ê Kongreya Neteweyî Ebdullkerîm Omer, endamên kongreyê Luqman Ehmê, Telal Mihemed û bijîşk Ebîr Hesaf, pêk dihat, ji aliyê Şêx Sînan, Hewas Cedîi û hejmarek ji rûspiyên eşîran ve, hate pêşwazîkirin.
Ebdullkerîm Omer vexwendnameya beşdarbûna Şêwira Duyemîn a Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê ku wê li Rojava werê lidarxistin, radastî meclîsê kir.
Omer di serdanê de, li ser girîngiya tevlîbûna hemû saziyên civaka sivîl ji kongreyê re axivî û bal kişand ser berhemên hevdîtina şêwira yekemîn ku li Silêmaniyê hate lidarxistin.
Endamên Meclîsa Rûspiyên Êşîran ên Dêrikê bixêrhatina şandeya KNK`ê kir û tekez kirin ku ew ê piştgirî û destekê bidin pêngava pîroz a KNK`ê.
Her wiha rûsipiyan bang li hemû partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, kesayetên serbixwe dûrî berjewendiyên partiyan bikevin û yekîtiya Kurdî, xurtir bikin.
Rûspiyên Eşîran ên Herêma Dêrikê ji gelek kesayetên welatparêz, rûsipiyên eşîran û kesayetên serbixwe yên Kurd, Ereb û Suryan, pêk tê.