EFRÎN – Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê şervanê YPG`ê Arcan Atkîn (Cayan Batman) ku di bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser gundên Efrînê di 16`ê Tebaxê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Seydo ya Kantona Efrînê, oxir kirin.
Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê, şervanên YPG, YPJ, nûnerên Desteya Parastinê, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan, cenazeyê Cayan Batman ji Nexweşxaneya Avrîn wergirgirtin û bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Seydo ya herêma Cindirêsê.
Li goristanê, şervanên YPG û YPJ`ê toraneke leşkerî lidar xistin. Paşê, ji Fermandarên YPG`ê Ferzendh Efrîn, Endamê Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan Şervan Hesen û dayîka şehîd Canxort, Asya Ebdo, axivin. Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan, da. Her wiha axaftvanan, anî ziman ku gelên Efrîn û Şehbayê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, destanên dîrokî dinivisînin.
Dayîka şehîd Canxort, tekez kir ku şehîd Cayan wekî kurê wê ye, ji ber ku malbata wî di merasîma oxirkirina wî de ne amade ye û ew niha bû dayîka du şehîdan.
Piştî axaftin bi dawî bûn, mamosteya zimanê kurdî Fatime Hisên nasnameya şehîd Cayan Batman xwend û radestî dayîka şehîd Canxort, kir.
Di dawiya merasîmê de, bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re, cenazeyê Cayan Batman hate, oxirkirin.