حركة المجتمع الديمقراطي

Li Goristana Şehîd Delîl Saroxan Sara û Eyaz hatin oxirkirin

770

QAMIŞLO – Li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo, du şervanên YPG û YPJ`ê ku di Pêngava Rizarkirina Reqayê de, şehîd bibûn hatin oxirkirin.QAMISLO-OXIRKIRINA-SEHIDA1 ‫(149029377)‬ ‫‬

Bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayîkan, bi sedan şêniyên Kantona Qamişlo cenazeyên şervanê YPG`ê Riyad Xelîl Emîn (Eyaz Qamişlo) ku di 14`ê Tebaxê de û şervana YPJ`ê Canor Kaya (Sara Nûda) ku di 13`ê Tebaxê de şehîd bibûn, wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan, Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo.

Li goristanê, merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate destpêkirin. Paşê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Elî Reş axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Elî Reş got ku bi saya şehîdan civaka Rojava û Bakûrê Sûriyê ber bi civaka azad, demokratîk û federal ve, diçe.EVINDAR SERHED

Ji Fermandarên YPJ`ê Evîndar Serhed jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û careke din soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha bi navê malbata şehîd Eyaz Qamişlo, kurê apê wî Ela Emîn axivî û sersaxî ji hevreyên wî û hemû gelên Bakûrê Sûriyê re xwest.

Piştî axaftin bi dawî bûn, Endama Meclîsa Malbata Şehîdan Hemrîn Hisên wesîqeta şehadetê xwend û radestî malbatên  şehîdan kir. Bi dûrişmeyên”Şehîd Namirin”cenazeyên herdu têkoşeran hatin, oxirkirin.