Nûçe

Cenazeyê Fermandarê Partiya Komunîst hat oxirkirin

DÊRIK – Şêniyên bajarê Dêrikê cenazeyê Fermandarê Partiya Komunîst Nûbar Ozanyan ku li herêma Serêkaniyê şehîd bûye, oxir kirin. Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên wê cenazeyê Fermandarê Partiya Komunîst Nûbar Ozanyan (Orhan Bakirceryan) ku li herêma Serêkaniyê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû şehîd bû, ji nexweşxaneya bajarê Dêrikê wergirtin, wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û …

Zêdetir Bixwîne

Tevî nexweşiyê, heta hinasên dawî gelê xwe parast

EFRÎN – Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Mihemed Mihemed ku heta hinasên dawî gelê xwe diparast, oxir kirin. Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avirîn a Kantona Efrînê kom bûn, alên Hêzên Asayîşê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdan û Rêbertiyê hildan. Girseya gel cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Mihemed Mihemed ku 25′ê Tebaxê di encama nexweşiya penceşêrê de …

Zêdetir Bixwîne

Artêşa Tirk dixwaze xaka gundê Aşmê dagir bike

KOBANÊ – Artêşa Tirk a dagirker û di çarçoveya avakirina dîwarê ku li ser sînorê di navbera Rojava û Barkuê Sûriyê de ava dike, dixwaze beşek ji gundê Aşmê ya rojavayê bajarê Kobanê dagir bike, hêzên YPGʹê jî hewldana wan dibersivîne. Îro di saetên nîvor de Artêaş Tirk li nêzî gundê Boban a 15 kîlometreyan rojavayê bajarê Kobanê ye di çarçoveya …

Zêdetir Bixwîne

YPG`ê perwerdeya foca pêncan bi dawî kir

EFRÎN – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li kantona Efrînê dewreya pêncemîn a focên leşkerî ku bi tevlîbûna 303 şervan hate destpêkirin, bi dawî kir. Dewreya ku 6 mehan dirêj kir bi navê dewreya şehîd Elî Şêr hathate destpêkirin. Di dewreyê de 303 şervanên YPGʹê perwedeya leşkerî û bîrdozî dîtin. Serokê Desteya Parastinê yê Kantonê Behcet Ebdo û hin fermandarên YPG/YPJ`ê di …

Zêdetir Bixwîne

Xweseriya Êzidxanê gelê Êzidî ji qirkirinan diparêze

ALVA OSÊ – SILAVA ÎBRAHÎM ŞENGAL – Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demeokratîk a Şangalê Hecî Hesen Bîso diyar kir ku armanca ji ragihandina projeya Rêveberiya Xweser ew e ku gelê Êzidî rêvebirina kar û barên xwe bike, xwe birêxistin bike û gelê Êzidî ji qirkirinan biparêze. Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şangalê vê hefteyê di civîneke çapemeniyê de projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a …

Zêdetir Bixwîne

Şêniyên Efrînê cenazeyên du têkoşeran oxir kirin

EFRÎN – Şêniyên Kantona Efrînê cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Osman Mistefa û şervanê YPG′ê Mistefa Elûş, li goristanên Şehîd Seydo û Şehîd Refîq oxir kirin. Bi hezaran şêniyên Kantona Efrînê ya Herêma Federal a Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a navenda bajarê Efrînê kom bûn û alên YPG/YPJ′ê/PYD′ê Hêzên Asayîşê, HPC′ê, Kongra Star, her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan …

Zêdetir Bixwîne

Taxa Reşîd bi temamî hat rizgarkirin û pêşveçûna şervanan didome

REQA – Di encama şer û pevçûnên dijwar de şervanên QSD’ê taxa Reşîd bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Her wiha pêşveçûna şervanan didome û gelek çete hatin kuştin. Hemleya rizgrakirina Reqayê bi hemû hêza xwe didome, şervanên QSD′ê pêşve diçin, rojane serkeftinên mezin bi dest dixin û gavên girîng davêjin. Li taxa Reşîd a dikeve rojhilatê bajêr şer û …

Zêdetir Bixwîne

Şervanên YJŞʹê ji Reqayê piştgirî dan xweseriya Şengalê

REQA – Şervanên YJŞʹê yên li Reqayê li dijî DAIŞ’ê şer dikin, piştevaniya xwe ji bo projeya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ragihandin. Şervanên Yekîneyên Jinên Şingal (YJŞ) zêdetirî du meh in li eniyên cenga mezin a rizgarkirina bajarê Reqayê ji bo azadî û tolhildana jin û zarokên Şengalê li kêleka şervanên YPG, YPJʹê û Hêzên Sûriya Demokratîk şerê e di 20’ê …

Zêdetir Bixwîne

Şêxê Êla El-Bobene: Komîn daxwazên civakê pêk tîne

NARÎN EMÎN – NÛRA ELÎ EFRÎN – Şêxê Êla El-Bobene ya Kantona Efrînê ya Herêma Efrînê Şêx Faris Xelîl diyar kir ku komîn daxwaza civakê bi cih tîne û bang li şêniyan kir ku berê xwe bidin sindoqên hilbijartinan û dengê xwe bidin. Şêxê Êla El-Bobene ya Kantona Efrînê Faris Xelîl derbarê rola pêşeng a komînan di civakê de ya pêşwazîkirina …

Zêdetir Bixwîne

‘Projeya Rêveberiya Êzîdixaneyê dê rê li pêşiya komkujiyan bigre’

ALVA OSÊ – SLAVA ÎBRAHÎM ŞENGAL – Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Şengalê Nehle EL-Yûsif got ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Êzîdixaneyê, dê rê li ber komkujiyan bigre ku bi dirêjahiya salên derbasbûyî de derheqê gelê Êzidî de pêk dihat. Cîgira Hevserokatiya Rêveber a Şengalê Nehle El-Yûsif, derbarê benda 10`ê ya projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Êzidxaneyê ya têkildarî azadiya …

Zêdetir Bixwîne