Nûçe

Malpera Şehîdên Azadyê bi rengê xwe yê nû dest bi weşanê kir

NAVENDA NÛÇEYAN –Malpera Pakrewanên Azadiyê ev demeke ji ber pirsgirêkên teknîkî  hatibû rawestandin. Niha jî û piştî demekê bi rengê xwe yê nû dest bi weşanê kir. Di malperê de wêneyên şehîdan û nivîsên derbarê jiyana şehîdan de hene. Malpera Pakrewanên Azadiyê(PAKREWANÊN AZADIYÊ) melpereke li ser adrêsa xwe pakrewanenazadiye.com li ser întenêtê tê weşandin. Di malperê de erşîvên şehîdan Rojava ên …

Zêdetir Bixwîne

Bi hezaran welatiyên Efrînê li dijî tecrîdê dimeşin

EFRÎN – Bi hezaran welatiyên Efrînê  ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest bi meşê kirin. Meş ji aliyê Tevgera Civaka Demorkatîk TEV-DEM û Kongra Star ve hat birêxistinkirin. Meşvanan alên Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM`ê, posterên Ocalan û pankartên şermezarkirina tecrîdê hildan. Meş ji aliyê Hêzên Asayîşê û Parastina Cewherî ve tê parastin û ev …

Zêdetir Bixwîne

Meclîsa Rûsipiyan ji tevlîbûna Şêwira Yekîtiya Neteweyî re amade ye

DÊRIK – Komîteya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî (KNK) a Rojava, Meclîsa Rûspiyên Êşîrên Dêrikê vexwend Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê ku wê li  Rojava di meha Îlonê de werê lidarxistin. Meclîsê jî ji aliyê xwe ve vexwendame qebûl kir û piştgiriya xwe ji bo xebatên KNK`ê, anî ziman. Di çarçoveya serdanên komîteya KNK`ê ya Rojava ji buro û navendên partiyên siyasî …

Zêdetir Bixwîne

Selahê 14 salî yê êzîdî çi ji destê çeteyan dît?

KOBANÊ – Zarokê 14 salî Selah Hesen Reşo yê ji Şengalê di sala 2014ʹan de ji aliyê çeteyan hate revandin. Bi darê zorê şerîeta xwe li ser wî feriz kirin û ew ji xwe re werkî leşkerî bikar tanîn. Hêzên QSDʹê Selah rizgar kirin, Selah jî êdî wê li malbata xwe ku ji aliyê çeteyan hatibû revandin bigere. Di 3`yê tebaxa …

Zêdetir Bixwîne

Jinên Tebqayê êdî pirsgirêkên xwe çareser dikin

REQA – Meclîsa Jinê ya Tebqayê tevî ku nû hatiye avakirin, bûye hêviya jinan û meqseda çareserkirina hemû pirsgirêkên wan. Meclîsa Jinê ya Tebqayê di roja 19ʹê Tîrmehê de, an gu salvegera 5ʹan a Şoreşa 19`ê Tîrmehê fermî hate ragîhandin. Meclîs piştî hat ragihandin, yekser bi hemû komîteyên xwe dest bi xebatan kir. Yek ji komîteyên meclîsê, Komîteya Lihevanînê ye. Komîteyê …

Zêdetir Bixwîne

Bi merasîmeke heybet têkoşer Cayan Batman hat veşartin

EFRÎN – Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê şervanê YPG`ê Arcan Atkîn (Cayan Batman) ku di bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser gundên Efrînê di 16`ê Tebaxê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Seydo ya Kantona Efrînê, oxir kirin.  Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê, şervanên YPG, YPJ, nûnerên Desteya Parastinê, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan, cenazeyê …

Zêdetir Bixwîne

Li Goristana Şehîd Delîl Saroxan Sara û Eyaz hatin oxirkirin

QAMIŞLO – Li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo, du şervanên YPG û YPJ`ê ku di Pêngava Rizarkirina Reqayê de, şehîd bibûn hatin oxirkirin. Bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayîkan, bi sedan şêniyên Kantona Qamişlo cenazeyên şervanê YPG`ê Riyad Xelîl Emîn (Eyaz Qamişlo) ku di 14`ê Tebaxê de û şervana YPJ`ê Canor Kaya (Sara Nûda) ku di …

Zêdetir Bixwîne

Gelê Tebqayê sê cangoriyên xwe oxir kirin

TEBQA – Bi sedan şêniynê bajarê Tebqa û rûsipiyên herêmê, sê şervanên QSD`ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, oxir kirin. Karwanê şehîdan ku saetên sibehê ji bajarê Kobanê yê Herêma Firatê bi rê ket, di saetên esir de gihîşt daketina bakûrê Bendava Firatê ya bajarê Tebqayê. Li vir jî bi sedan şêniyên û rûsipiyên herêmê, cenazeyên şervanên QSD`ê …

Zêdetir Bixwîne

Meclîsa Sivîl a Reqayê bi mamosteyan re civiya

REQA – Meclîsa Sivîl a Reqayê bi mamosteyan re civiya  û rewşa perwerdeyê bi wan re nîqaş kir. Meclîsê her wiha bersiva pirsên mamosteyan da. Meclîsa Sivîl a Reqayê bi armanca nîqaşkirina rewşa perwerdeyê li Reqayê civîneke berfereh bi mamosteyan re çêkir. Di civîna ku li navenda Meclîsê ya li Eyn Îsa hat lidarxistin de, gelek mamosteyên bajarê Reqayê û gundewarên …

Zêdetir Bixwîne

Eşîrên Reqayê piştgirî dan hilbijartinên fedraliyê

GIRÊ SPÎ- Rûspiyên eşîrên Reqayê destek xwe ji hilbijartinên Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê re raber kirin. Li gundê Şêx Hesen ê dikeve 60 kîlometreyan başûrî Kantona Girê Spî civîneke fereh bi beşdariya gelek rûspiyên herêmê re pêk hat. Civîn bi armanca destekdayîna eşîran ji îlankirina hilbijartinên komînan re çêbû. Di civînê de Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Kantona Girê Spî …

Zêdetir Bixwîne