Nûçe

‘Li şûna Ciniv û Astana em dan û standinê xwe li Şam û Qamişlo lidarxînin’

Endamê Meclîsa Sûriya Demokratîk Bedran Hemo diyar kir ku siyasetên dewletên navnetewî hişt ku Sûriye ber bi hilweşandinê ve biçe. Hemo got ku çareserkirina aloziya Sûriyê girêdayî diyaloga Sûrî Sûrî ye û ev tişt anî ziman: “Ka li şûna Cenêv û Astana em danûstandinê li Şam û Qamişlo bikin.” Girêdayî geşedanên dawî yên siyasî li Sûriye û giştî herêmê Ajansa …

Zêdetir Bixwîne

′Pirojeya me çareseriya aloziya Sûriyê ye′

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen got ku pirojeya wan a demokrtîk çareseriya aloziya Sûriyê ye û destnîşan kir ku ji ber vê Tirkiyê hewil dide ku vê pirojeyê di riya êrîşên li ser herêmê têk bibe. Hevserokê PYD`ê  Şahoz Hesen di civîneke ku ji endamên PYD`ê re li kantona Kobanê hate lidarxistin axivî. Di civînê de dosiyayên siyasî …

Zêdetir Bixwîne

Welatiyên Minbicê: Tirkiyê dixwaze fitneyê derxîne

Hejmarek welatiyên bajarê Minbicê diyar kirin ku dewleta Tirk bi gefxwarinên xwe hewl dide tevliheviyên di navbera gelê herêmê de derxîne. Welatiyên bajarê Minbicê gefxwarinên dewleta Tirk ên li dijî bajarê Minbicê û gelê wê şermezar kirin. Husam Reşîd diyar kir ku armanca gefxwarinên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî gelê Minbicê derxistina nakokiyan di navbera gelê herêmê, nemaze piştî ku …

Zêdetir Bixwîne

Meys Kirêdî: Dagirkirina Efrînê karîseta mirovî ye

Berdevka Eniya Demokratîk a Sûriyê û Sekretêra Kongreya Sochi Meys Kirêdî dagirkirina Efrînê bi “Karîseteke mirovî” pênase kir û di mijara rizgarkirina Sûriyê ji karîstan de banga xebatên hevbeş li hêzên niştimanî yê Sûriyê kir. Heyetek ji Eniya Demokratîk a Sûriya ev du roj in hevdîtinên xwe bi partî û hêzên siyasî yên Bakurê Sûriyeyê re didomîne. Berdevka Eniya Demokratîk …

Zêdetir Bixwîne

Çawa Ebû Leyla bû sembola têkoşîna şoreşgerî

Dema ku mirov li dîroka şoreşa Rojava temaşe dike gelek lehengên berxwedêr ên li dijî dagirkerî û terorê dibîne. Di nava van berxwedêran de gelek ji wan rizgariya bajarên xwe jiyan nekirin. Fermandar şehîd Feysel Ebû Leyla yek ji van berxwedêran e. Lê bi saya têkoşîna wan hêviya gelan di rizgariyê de geş bû û gavên destpêkê li ser riya …

Zêdetir Bixwîne

Pêngava Bagera Cizîrê dîsa dest pê kir

QSD‘ê ji bo rizgarkirina gundewarên başûrê Hesekê ya ji çeteyên DAIŞ‘ê Pêngava Bagera Cizîrê dîsa destpêkirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di saet 20:00‘an de ji bo rizgarkirina gundewarên başûrê Hesekê ya ji çeteyên DAIŞ‘ê jî di nav de li gundê Deşîşa yê dikeve rojhilatê navçeya Şedadê  ya kantona Hesekê, Pêngava Bagera Cizîrê dîsa da destpêkirin.

Zêdetir Bixwîne

Êla Bobena li Minbicê qetilkirina sivîlên ji êla xwe şermezar kirin

Hejmarek welatiyên Minbicê yên ji Êla Bobena qetilkirina 5 welatiyên ji êla xwe li Efrînê ji aliyê leşker û çeteyên dewleta Tirik a dagirker şermezar kirin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî çend roj berê, 5 sivîlên Efrînê yên ji êla Bobena ya Ereb ku di nav de jin û zarokeke xwe jî hebû ên qetil kirin. Hejmarek …

Zêdetir Bixwîne

Ji bîranînên dîrokê.. Minbic û hemleya têkşikandina komployan

Bajarê minbicê yek ji mezintirîn bajarên gundewarê Helebê ye û nêzî 90 km rojhilatê bajarê Helebê dikeve. Minbic di qonaxên dîrokî yên cûda re derbas bûye û li vir Asûriyan, Samiyan, Romaniyan û gelek şaristaniyên din serweriya xwe ferz kirine. Ji ber vê taybetmendiyê Minbic şahidê gelek şer û pevçûnan bû, lê hatina Îslamiyan aştiyane bû û derbasbûna wan a …

Zêdetir Bixwîne

Bîlançoya hin ji binpêkirinên dewleta Tirk di meha Gulanê de

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî di meha Gulanê li Efrînê zêdeyî 3 hezar û 295 sivîl revendina û 30 jin di nav de yên ducanî jî hebû, hatin revandin û tecawîz kirin. Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlên kantona Efrînê didomînin. Rojane, kuştin, revandin, êşkencekirin, dizî û talankirin, her wiha …

Zêdetir Bixwîne

Çanda civakên Kilanî bi pevguhertina ‘xwarinan’ berdewam e

Pevguhertina xwarinan di navbera cîranan de bi taybet di cejn û munasebetan de kevneşopiyeke gel a gevnar e. Welatiyên Tebqa jî weke bajarên din ên derdorê rê û resmên meha Remezana pîroz didin meşandin û cîran şîv û xwarinên fitarê pev diguherin. Herêma Tebqa di meha Remezana pîroz de gelek kevneşopiyên xwe diparêze. Di vê meha pîroz de cîran şîv …

Zêdetir Bixwîne