Nûçe

Daxwaznameyên namzetiya hilbijartinanên komînan têne wergirtin

GIRKÊ LEGÊ – Buroya Komseriya Bilind a Hilbijartinan li navçeyên Girkê Legê,Çilaxa û Til Koçber dest bi qebûlkirina navê namzetên hilbijartinên Hevserokatiya Komînan kirin. Ji duh ve 10 namzetan navê xwe pêşkêş kirin. Komseriya Bilind a Hilbijartinan ji duh ve ragîhand ku êdî dest bi qebûlkirina navê namzetên ku xwe ji bo hilbijartinên Hevserokatiya Komînan ku tê payîn di 22ʹê êlonê …

Zêdetir Bixwîne

Rewşa dawî ya Reqa: 78 çete hatin kuştin

REQA – Di şerê ku ji duh nîvro de li 6 taxên Reqayê qewime 78 çete hatin kuştin, termê 30 ji wan di destê şervanên QSD`ê de ye. Hemleya rizgarkirina Reqayê gav bi gav pêş dikeve û şer dijwartir dibe. Di vê çarçoveyê de ji duh nîvro ve şer li gelek taxan diqewime. Li taxa Mansûre ya rojhilatî bajêr şerekî dijwar  …

Zêdetir Bixwîne

YPG`ê bîlançoya êrîşên 7 rojan ên Artêşa Tirk eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin YPG`ê bîlançoya êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk a 7 rojên dawî ku li dijî kantona Efrînê pêk hat, eşkere kir. Navenda Ragihandina YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên êrîşên Artêşa Tirk a dagirker ku li dijî gundên Kantona Efrînê pêk hatin bi raya giştî re parve kir. Li gor daxuyaniyê, bi giranî gundên Navçeyên Şera û Şêrewa …

Zêdetir Bixwîne

Dabeşkirina rêveberiyan li Herêma Efrînê wihaye

NAVENDA NÛÇEYAN – Herêma Efrînê ji Kantona Efrîn û Şehbayê pêk tê û di nava xwe de 10 navçeyên sereke dihewîne. Li gorî dabeşkirina rêveberiyên Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê, herêmên Bakûrê Sûriyê sê herêman pêk tê(Herêma Cizîrê, Herêma Efrînê, Herêma Firatê). Dabeşkirina rêveberiyan li ser esasê dawîkirina bîrokrasiya ku bi rêya sîstema navendî hatiye avakirin û parastina her herêmekê li …

Zêdetir Bixwîne

QSDʹê nêzî 300 sivîlên Reqayê rizgar kir

REQA – Tîmên Taybet ên Rizgarkirina Sivîlan di seatên sibehê de 10 zarokên birîndar jî di nav de nêzî 300 sivîlên ku çeteyên DAIŞʹê ew di bajar de girtibûn rizgar kirin. Hemleya Rizgarkirina Reqayê di roja 73`an de bi hemû hêza xwe didome. Heta niha bi hezaran sivîl ji taxên Reqayê ji aliyê tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSDʹê hatine …

Zêdetir Bixwîne

Koçberên li Tebqayê kesên jibîrkirî ne

TEBQA – Ji her deverên Sûriyê yên wekî Meskene, El-Dibsî, Tedmur (Palmêra), Dêrewzor û herêmên din ku bûne cihê zulim û zordariye, koçber bûn û xwe spartin Tebqaya azad û bi ewle ya di bin parastina QSD`ê de. Lê çîrokên wan ên dijwar û bi êş li her derê belav bûne û êdî li wan deran hatine jibîrkirin. Ji jiyana azad …

Zêdetir Bixwîne

Ev yekem care di dîroka Sûriyê de!

EKREM BEREKAT NAVENDA NÛÇEYAN – Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê amadekarî ji bo hilbijartina binesaziya bingehîn a Sîstema Federaliay Demokratîk a Bakurê Sûriyê dike. Ev hilbijartin li ser asta herêmê û Sûriyê bi giştî, ya yekemîn e. Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, giringiyeke mezin da Komînan û wek dendika bingehîn a Sîstema Federaliya Demokratîk bi nav kir. Li gor madeya /57/ …

Zêdetir Bixwîne

Minbicê bi merasîmeke heybet 5 şehîdên xwe oxir kirin

MINBIC – Bi sedan gelên Minbicê cenazeyê 5 şervanên xwe ku di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne,  oxir kirin. Di merasîma girseyî ya şehîdan de endam û rêveberên saziyên sivîl û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê amade, bûn. Bi sedan gelên bajarê Minbicê li pêşiya Nexweşxaneya El-Firat kom bûn û cenazeyên 5 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Elî Îbrahîm El-Elî (Elî …

Zêdetir Bixwîne

Lêkolîner: Hilbijartinên federaliyê di dema guncaw de hatiye

DIYAR EHMO QAMIŞLO – Lêkolîner û Nivîskarê Kurd Salih Heydo da zanîn ku vexwendina Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê ji bo hilbijartinan, di dema guncaw de hatiye û divê tevahî gel, alî û partiyên herêmê beşdarî hilbijartinan bibin. Salih Heydo derbarê hilbijartinên federaliyê ku wê di dema pêş de li Bakûrê Sûriyê werê destpêkirin, ji ANHA`yê re …

Zêdetir Bixwîne

Bayik girîngiya Yekîtiya Netewî nirxand

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku yekîtiya Kurdan wê rê li ber serketineke mezin veke. Bayik got, divê şêwra hatiye civandin bi konferansê were tacîdarkirin. Di beşa îro ya hevpeyvîna ligel Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik de, em li ser têkiliya navbera Kurdan, kongreya neteweyî û û daxuyaniya KCK’ê ya dema nêz …

Zêdetir Bixwîne