Nûçe

YPG: Li Efrînê herî kêm 6 çete hatin kuştin

Navenda Ragîhandinê ya YPG’ê diyar kir ku di hefteya sêyemîn a meha hizêranê de li Efrînê li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê rêzeçalakî lidar xistin û got ku herê kêm 6 çete hatin kuştin û hejmarek çete birîndar bûne. Navenda Ragîhandinê ya YPG’ê têkildarî çalakiyên di hefteya sêyemîn a meha hizêranê de li kantona Efrînê pêk hat, daxuyanî da. …

Zêdetir Bixwîne

Xwendekarên zanîngehê hatin xelatkirin

Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo şahiyek li dar xist û tê de 67 xwendekarên zanîngehê yên serkeftî xelat kirin. Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo ku ji 8 beşan pêk tê û tê de 175 şagirt tên perwerdekirin, bi armanca xelatkirina xwendekarên serkeftî şahiyek li dar xist. Di şahiyê de 67 xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin. Şahiya zanîngehê bi merasîmekê û …

Zêdetir Bixwîne

Demîrtaş: Serketineke mezin ew e HDP di meclîsê de cih bigire

Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî encamên hilbijartinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke kurt kir. Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê nirxand. Parvekirinên Demîrtaş wisa ne: “Beriya her tiştî ez hêvî dikim ku ev hilbijartin ew ê bi xêr be. Ez hemû hemwelatiyan pîroz dikim ên ku çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. …

Zêdetir Bixwîne

Li Qamişlo nakokiya paqijiyê!

Şêniyên bajarê Qamislo aciziyên  xwe ji bo sergoya ku li kolanan nayê paqijkirin anîn ziman. Şaredariyan jî diyar kir ku şêniyên Qamişlo rexne dikin lê girîngiyê nadin paqijiyê û piştî derbasbûna erebeyên sergoyê, kolanan vedigerînin halê berê. Di çarçoveya Şoreşa Rojava de di 8’ê Tebaxa 2012’an de Şaredariya bajarê Qamişlo ya “Hedaye” hat avakirin. Piştî demekê li Qamişlo 7 şaredarî …

Zêdetir Bixwîne

Ciwanên Kobanê nêzîkatiyên PDK’ê şermezar kirin

Ciwanên Kobanê astengkirina meşa ciwanên Bakurê Sûriyê ya ber bi Başûrê Kurdistanê ve ku ji aliyê rayedarên PDK’ê ve pêk hat, şermezar kirin. Ciwanan anîn ziman ku nêzîkatiyên PDK’ê yekîtiya Kurdî asteng dike. Herî kêm 2 hezar ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyayê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Serî Hilde”, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê …

Zêdetir Bixwîne

Di operasyona li dijî çeteyan li Reqayê de çek û cebilxane hate desteserkirin

Şervanên QSD’ê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hindirîn û Hêzên Antî Teror di çarçoveya operasyona hevpar a dijî yekîneyên nepenî yên komên çete û yên ketine bajarê Reqayê de mijqdareke çek, cebilxane û top dîtin. Hêzen QSD’ê, piştî li Reqayê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin, ligel Hêzên Ewlehiya Hundir ên Reqayê, li dijî yekîneyên nepenî yên çeteyan operasyoneke hevpar da destpêkirin. …

Zêdetir Bixwîne

Rûspiyên Reqa: Em rê nadin ku kes bi aramiya herêmê bilîze

Şêx û rûspiyên herêma Reqayê piştgiriya xwe ji QSD’ê re anîn ziman û diyar kirin ku ew rê nadin ku hewldanên tevliheviyê bi serkevin. Şêx û Rûspiyan daxwaz ji Konseya Ewlekariyê û Neteweyên Yekbûyî kirin ku dimildest mûdaxeleyê bike û dagirkeran ji axa Sûriyê derxînin. Bi dehan şêx û rûspiyên herêma Reqayê derbarê buyerên dawî ku li herêmê derketine û …

Zêdetir Bixwîne

Înce: Ez qebûl nakim ku Erdogan bi ser ketiye

Namzetê CHP’ê yê Serokkomariyê Mûharrem Înce got, “Ez qebûl nakim ku Erdogan bi ser ketiye.” Namzetê CHP’ê yê Serokkomariyê Mûharrem Înce got, piştî ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind encamên hilbijartinê yên demkî ragihand wê daxuyaniyê bide. Înce ji qenaleke televîzyonê re axivî û got, “Bêguman ne pêşbirkeke adîl bû, lê belê ez qebûl nakim ku Erdogan bi ser ketiye.” Înce …

Zêdetir Bixwîne

Demirtaş li zindanê deng da

Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahaddîn Demirtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê dengê xwe da. Li ser hesabê Twitterê yê Demirtaş wiha hate gotin: “Me jî dengê xwe li girtîgehê da. Ez bawer dikim ku dê encam pir baş bin.” Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahaddîn Demirtaş bi hevalê xwe yê zindanê Ebdullah Zeydan re li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê …

Zêdetir Bixwîne

Parlementerê ermenî: Li paş aloziyên Rojhilata Navîn Tirkiye heye

Parlementerê berê yê parlemana Ermenistanê û çalakvanê siyasî di aliyê mafên mirovan de Hamo Moskoviyan diyar kir ku di van deh salên dawîn de li giştî Rojhilata Navîn, Tirkiye li paş aloziyan e û bang li civaka navneteweyî kir ku rê li pêşiya dagirkeriya nû ya osmaniyan bigirin. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) der barê destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li …

Zêdetir Bixwîne