Nûçe

Di teqîna li Basûtayê de 3 sivîl birîndar bûn

Hate ragihandin ku di teqîna li bajaroka Basûtayê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê de 3 sivîl birîndar bûn. Çavkaniyan ji bajaroka Basûtayê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê ragihand ku li nêzî xwaringeha Nebayê ya ku çete lê bi cih bîne, bi motorsiklêteke bombebarkirî êrîşek pêk hat, di encamê de 3 sivîl birîndar bûn. Li gorî çavkaniyan birîndar rakirina nexweşxaneya bajarê …

Zêdetir Bixwîne

Li Cindirêsê çeteyan zêdetirî 30 sivîl revandin, pere û zêrên sivîlan dizîn

Hat diyarkirin ku çeteyan li navçeya Cindirês û gundewarên wê zêdetirî 30 sivîl revandin, malên wan talan kirin û zêr û zîvên wan dizîn. Hate gotin ku ji bo kesên hatin revandin fidye tê xwestin. Kiryarên çeteyên girêdayî dewleta tirk ên wekî dizî, talan, revandin û xwestina fidyeyê piştî dagirkirina Efrînê neqediyan û her ku diçe van kiryarên qirêjî zêde …

Zêdetir Bixwîne

Îlham Ehmed: Encamên hevdîtina yekemîn dê berdewama hevdîtinan diyar bikin

Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed hevdîtina wan a bi rejîma  Sûriyeyê re erênî nirxand û wiha got: “Ne pêkan e em berdewamkirina hevdîtinan piştrast bikin, tenê piştî ku encamên hevdîtina yekemîn li ser erdê pêk werin”. Îlham Ehmed destnîşan kir ku tu rastiya gotegotên ku dibêjin dê herêmê radestî rêjîmê bikin tune ye û çareserkirina aloziya Sûriyeyê di …

Zêdetir Bixwîne

Xebatên saziyên Dêrikê hatin nirxandin

Meclisa Navçeya Dêrikê bi şêniyan re civiyan û xebatên saziyan ên 6 mehan nirxandin Meclisa Gel a Navçeya Dêrikê bi armanca nirxandina xebatên 6 mehan ên saziyan civîneke li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeyê, hevserokên Meclisa Herêma Dêirkê Zelfa Mihemed û Ebdulherman Mihemed, rêveberên Meclisa Kantona Qamişlo Mezlûm Yûsif, hevserokên komînan, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên hêzên Asayîşê û …

Zêdetir Bixwîne

Yekitiya Ciwanên Rojava êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

Rêxistina Yekitiya Ciwanên Rojava ya Hesekê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Serî Hilde” de bi meşekê êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Bi dehan endamên Yekitiya Ciwanên Rojava yên ji bajarê Hesekê tev li meşa ku li Çerxerêya Itfaiyê (agirkujiyê) bûn. Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Yekitiya Ciwanên Rojava hildan. Ciwanên ku …

Zêdetir Bixwîne

Sînyalên destpêkê yên operasyona leşkerî li dijî Idlibê!

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Rûsyayê Sputnîkê, hêzên rêjîmê ji gundewarên bakurê rojhilatê Lazqiyeyê dest bi êrîşên dijwar li ser baregehên komên çekdar û çeteyan li gundewarên rojavayê Idlibê kir. Ajansa nûçeyan a Sputnîkê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên rêjîma Sûriyeyê duh nîvro ji çiyayê Ekrad ê dikeve gundewarê bakurê Lazqiyeyê bi fûze û topan êrîşî birin ser baregehên …

Zêdetir Bixwîne

Hêzên dagirker jinan girêdidin û zêrên wan talan dikin

Hate ragihandinê ku hêzên dagirker di sergirtina li ser malên gundiyên Qîbarê yê Efrînê de jinan girêdê didin û zêr û pereyên wan didizin. Çavkaniyên  herêmî agahî dane ajansa  ANHA  ku komên çete yê bi navê “Furqet El-Hemzat” duh êrîş malên gundiyan Qîbarê yê Efrînê kirin û bi gefa çek destên jinan zincîr dike û gavên wan digirin û zêr û …

Zêdetir Bixwîne

Li herêma Şehbayê êl tên birêxistinkirin

Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Herêma Şehbayê bi mebesta êlên kurd û ereb bêne birêxistinkirin, komîteyan ava dike. Piştî lidarxistina civîn û girtina nêrînên êlên ereb û kurd ên li Şehbayê, Komîteya Têkiliyên Diplomasî bi armanca birêxistinkirina wan û şikandina siyaseta ku tevliheviyê belav dike, komîteyên êlan ava dike. Heta niha komîteyê, komîteyek li navçeya Til Rifatê ava kir û ew …

Zêdetir Bixwîne

YPG`ê derbeyên giran li dagirkeran xist, 11 leşker û çete hatin kuştin

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê diyar kir ku li Efrînê di encama çalakiyên ku şervanên YPG û YPJ`ê di 26-27`ê Tîrmehê li Efrînê lidar xistine, 11 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê hatin kuştin. Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand. Daxuyaniya YPG`ê wiha …

Zêdetir Bixwîne

Nexşeya Dewleta Osmanî li Cerablusê hate dîtin!

Li bajarê Cerablusê yê bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê artêşa tirk ve hatiye dagirkirin, nexşeya Împaratoriya Osmanî hate dîtin. Gelo sedema vê yekê çi ye, li gel ku dewleta tirk hewldana zindîkirina xewna osmanî red dike? Împaratoriya Osmanî 400 salan li Rojhilata Navîn hikum kir. Niha jî bermahiyên wan hewl didin bi rêya aloziyan di nav de Sûriyeyê de, xewna …

Zêdetir Bixwîne