Nûçe

‘Tunekirina terorê ne hêsan e lê hêzên me jêre amade ne’

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got  şerê tunekirina terorê ne hêsan e, nemaze ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê hemû hêz û çekên xwe di vê berîka dawî ya rojhilatê çemê Firatê de kom kirine û ev tişt got: “Lê hêzên me ji bo tunekirina bermahiyên rêxistina terorîst amade û perwerdekirî ne.” Li rex civîna çapemeniyê …

Zêdetir Bixwîne

Bi navê “Berxwedana Efrînê” vidiyo kilîp

Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê cara yekemîn e li Şehbayê kilîpekê amade dike. Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê li kampa Serdemê ya Şehbayê ji bo strana “Berxwedana Efrînê” ya hunermend Ehmedê Xanê amadekariyên kilîpekê dike. Stran ji helbest û awazên Ehmedê Xanê ye, qala berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker …

Zêdetir Bixwîne

Endamê Hêzên Asayîşê Ebdulfetah bi dirûşmeyan hate oxirkirin

Bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re endamên Hêzên Asayîşê tevî şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê hevalê xwe Ebdulfetah El-Ehmed oxir kir. Endamê Hêzên Asayîşê ya bajarê Qamişlo Ebdulfetah di pevçûnên di navbera Hêzên Asayîşê û rêjîma Baas a ku 8’ê Îlonê li bajarê Qamişlo rû dabû şehîd bibû. Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo tevî endamên Hêzên Asayîşê ji bo oxirkirina şehîd …

Zêdetir Bixwîne

Li Efrînê zarokek ji ber teqîna mayînê jiyana xwe ji dest da

Li navenda bajarê Efrînê zarokek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, zarokek 9 salî ji ber teqîna mayînekê ku çeteyan li kolana Fîl nêzî stasyona pertrolê ya Eyşê ya navenda bajarê Efrînê bi cih kiribûn jiyana xwe ji dest da.

Zêdetir Bixwîne

Rewşa çandinî û sewaldariyê li Cizîrê tên nîqaşkirin

Bi armanca gotûbêjkirina rewşa çandiniyê û sewaldariyê li herêma Cizîrê, Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewalkdriyê ya herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist. Endamên Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê, Aboriya Jinan a Kingera Star a herêma Cizîrê, Federasyona Kooperetîfan a herêma Cizîrê, endamên kooperetîfên herêmên nû hatine rizgarkirin (Reqa û Dêrazor) û cîgerê serokê Meclisa Rêveber …

Zêdetir Bixwîne

Kîno Gebriyêl: Pêngav wê heya xilaskirina çeteyan dewam bike

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê Kîno Gebriyêl anî ziman ku di pêngava nû de, koordîneya wan bi Koalîsyona Navdewletî û Hêzên Iraqê re dê berdewam be û destnîşan kir ku heke êrîş mutemel ji aliyê hêzên rêjîmê re werin kirinê ew ê mafê parastina rewa bidin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro, …

Zêdetir Bixwîne

Radyoya Rojava FM careke din weşanê dike

Radyoya Rojava ya girêdayî Yekîneyên Parastina Gel (YPG)  ku li Çiyayê Qereçoxê weşanê dikir, piştî  sal û nîvekê dîsa dest bi weşanê kir. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 25`ê Nîsana 2017`an de Çiyayê Qereçoxê yê girêdayî herêma Dêrikê bombebaran kiribû. Di encamê de, endamên raghandina YPG`ê di nav de 20 şervanênYPG û YPJ`ê şehîd bibûn û 18 …

Zêdetir Bixwîne

Zêdeyî 300 malbat ji Idlibê ber bi Efrînê ve koçber bûn

Bi sedan malbat ji parêzgeha Idlibê ji ber êrîşên hawayî yên rêjîma Sûriyeyê yê xwe li kantona Efrînê girtin. Çavkaniyekî ji parêzgeha Idlibê ji ajansa me (ANHA) re diyar kir bi sedan malbat ji Idlibê ji ber êrîşên rêjîma Sûriyeyê yên li ser herêmê ber bi navenda bajarê Efrînê û herêma Cindirêsê, Bab û Ezazê ve koç kirin. Heman çavkaniyî …

Zêdetir Bixwîne

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk navçeya Til Rifetê topbaran dike

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbabyê topbaran dikin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê dane, komên çete ji bajarê Marai ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bi hawnan topbaran dike. Çend top li aliyê bakurê navçeyê nêzî dibistana Ûsama Dirbês ketine. …

Zêdetir Bixwîne

YPG: Li Efrînê du çete hatin kuştin

YPG`ê diyar ku di encama çalakiya yekîneyeke wan li dijî çeteyên artêşa tirk a dagirker, du çete hatin kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên şervanên YPG`ê li Efrînê aşkere kir. YPG`ê diyar ku di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, yekîneyên wan çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û …

Zêdetir Bixwîne