حركة المجتمع الديمقراطي

‘Dîwarê parçekirinê li dijî qanûnên navdewletî ye‘

1,560

Parêzer Ekrem Sadiq got, di encama lihevkirinên siyasî, herêmî û navdewletî de Efrîn ji aliyê Tirkiyê ve hate dagirkirin, ev dagirkirin li dijî qanûnên navdewletî ye.  Sadiq destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser misogeriya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di encamên êrîşên hovane û bombebaranê de kantona Efrînê di 18‘ê Adara 2018‘an de Efrîn dagir kir. Hêzên dagirker piştî dagirkirinê siyastên guhertina demografiya herêmê kirin, divê çarçoveyê de malbatên ji derveyê kantonê li şûna malbatên resen bi cih kirin. Polîtîkeyên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê di vê derbarê de sînordar nema, lê di demên dawî de bi armanca ku Efrînê ji xaka Sûriyeyê qut bike dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê kir. Li hemberî van planan berketên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin.

Parêzer Ekrem Sadiq got, imperetoriya Osmanî bi şidet, xwîn û binpêkirinan der heqê gelan û neteweyan de xwe ava kir û berfireh kir. Sadiq destnîşan kir ku gelê Kurd di dîroka xwe de rastî polîtîkeyên înkarkirin û çewisandinê hatiye.

Sadiq wiha domand: “Di dirêjahiya dîrokê de gelê Kurd ji hêla pergalên şofanîst ve rastî çewisandinê hatiye. Lê dîsa jî bi rêya rêxistinên xwe yên siyasî hebûna xwe parast.  Bi destpêka Bihara Erebî û şoreşên li dijî pergalên faşîst re û bi destpêkirina Şoreşa Rojava re bi pêşengiya gelê Kurd tevî zemîna xwe ya gelêrî û pêkanîna serkeftinan di her astan de, dagirkeriya Tirk hema mudexeleya karûbarên Sûriyê kirin û piştgiriya çeteyan kir da ku şoreşê bin bixe.”

Sadiq balkişand ku dagirkeriya Tirk piştî lihevkirinên siyasî, herêmî û navdewletî Efrîn dagir kir. Tirk bi armanca qutkirina Efrînê ji Sûriyê, Efrîn dagir kir û wiha domand: “Dagirkirina Tirkiyê ji Efrînê re ne rewa ye û ne li gorî qanûn û peymanên navdewletî ye. Ne ji mafê tu dewletekê ye dewletên cîran bi hincetên ne rast dagir bike. ” Sadiq destnîşan kir ku armancên lihevkirinên Tirkiyê bi dewletên herêmê re ew e ku hebûna gelê Kurd tine bibe.”

Sadiq teqez kir ku dîwarê parçebkirinê ne qanûnî ye, armanc jê ew e ku Tirkiyê bi rêya wê hebûna xwe li Sûriyê piştî tunekirina çeteyan biparêze. Sadiq dîwar weke parçekirina erdnîgariya Sûriyê wesifand.

‘Projeya Xweseriya Demokratîk misogeriya çareseriya aloziya Sûriyê ye‘

Di berdewama gotinên xwe de Ekrem Sadiq behsa hewldanên çareseriya aloziya Sûriyê kir û got, projeya Rêveberiya Xweser û di bin her navekî de mirogeriyaê çareseriya aloziya Sûriyê ye, di bin ala Komara Sûriyê ye ne parçebûn e, lê belê xurtkirina û yekbûna erdnîgariya Sûriyê ye.

Sadiq destnîşan kir ku gelê Kurd banga mafên xwe di destûrê de dike, Tevî wê jî projeya Rêveberiya Xweser bi parçebûnê tê tewanbarkirin û wiha got: “Lê derbasbûna Tirkiyê ji xaka Sûriyê re, dagirkirina Efrînê û lêkirina dîwar bi xwe parçebûn e. Li gorî qanûn û peymanên navdewletî, siyasî û xwezaya civakan binpêkirinên dagirkeriya Tirk nayên pejirandin.

Parêzer Ekrem Sadiq di dawiyê de banga yekrêziya refa Kurdî kir û got: “Ji ber ku dewletên dagirkerên Kurdistanê di dîrokê de bi tevahiya rêbazan hewl dan hebûna gelê Kurd li ser axa xwe ya dîrokî qir bikin yekrêziya ref ji bo xizmeta doza gelê Kurd pêwîst e. Her wiha xîtaba Kurdî ya hevgirtî dê di asta navdewletî de deng vede.”

cav kani ANHA