حركة المجتمع الديمقراطي

Profesorê hiqûqê Sassolî: Statuya Rojava dikare were naskirin

100

Profesorê hiqûqê Marco Sassolî diyar kir dibe ku statuya Rojava dibe ku were naskirin û li Rojava dibe ku dadgeheke navneteweyî were avakirin. Sassolî bal kişand ser vî tiştî ku, tecrîda li Îmraliyê tê wateya binpêkirina mafên mirovan.

Sassolî derbarê banga Rêveberiya Rojava ya avakirina dadgeheke navneteweyî de got ku “Ev rewş tevlihev e. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikare li Rojava dadgeheke wisa ava bike lê ew ê Rûsya û Çîn vî tiştî nexwazin. Lê welatên wekî Elmanya, Fransa, Swêd û Swîsre ji bo darizandina hemwelatiyên xwe dikarin li Rojava dadgehekê ava bikin. Pirsgirêk ev e ku heta ji welatekî destûr neyê stendin, li wî welatî zehmet e ku dadgeheje navneteweyî were avakirin. Ji ber vê jî heta destûra Sûriyeyê tunebe, avakirina dadgeheke navneteweyî ya li Rojava zehmet e. Avakirina vê dadgehê ya li Iraqê dibe ku hêsantir be. Lê gelo çima ferqê dixin navbera endamên DAÎŞ’ê yên ji Sûriye û yên ji welatên derve? Ya din nabe ku ev berpirsyarî têkeve ser milê Kurdan. Kes alîkariyê nade Kurdan. Ji bo lêpirsîna van mirovan girtî kes alîkariyê nade Kurdan. Dewlet naxwazin ku endamên DAÎŞ’ê yên ku hemwelatiyên wan in, darizînin. Heke hemwelatiyên Swîsreyê, yên ku endamên DAÎŞ’ê ne, li Swîsreyê bin, bi hêsanî dikarin werin darizandin. Li Rojava rîsk e ku çeteyên DAÎŞ’ê werin girtin. Em nizanin ku wê li wê herêmê çi were û gelo wê rejîm çawa tevbigere? Li berevajî fikra welatên cîhanê, ragirtina çeteyên DAÎŞ’ê gelekî xetere ye. Tiştên ku hatine jiyîn, trajedî ye. Li hemberî vê trajediyê divê welatên cîhanê berpirsyariya xwe bi cih bîne. Ez dizanim li Rojava derbarê vê meseleyê xebatên girîng hene lê divê welatên cîhanê jî derbarê hemwelatiyên xwe xebatên bi vî rengî bikin. Ji bo avakirina dadgeha li Rojava destûrên dewletan hewce ye. Dadgeha li Lîbyayê bi peymana di navbera Lîbya û Neteweyên Yekbûyî pêk hat. Neteweyên Yekbûyî bi Rojava re nikare peymaneke wisa ava bike, ji ber ku Rojava ne dewlet e. Mixabin zagonên navneteweyî wisa ne.”

‘DIVE KU STATUYA ROJAVA WERE NASKIRIN’

Profesorê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Cenevreyê Marco Sassolî diyar kir ku di vê çarçoveyê de dibe ku welatên cîhanê Rojava nas bikin û got ku “Di nav sînorên welatên ku lê dijîn de mafê otonomiyê yê neteweyan heye. Ev di hiqûqa navneteweyî de mafek e. Em îro qala mafên dewletbûnê yê Filîstînê dikin lê mixabin ji bo Kurdan em qala vî mafî nakin. Rojava ya ku di warê navneteweyî de statuya wê nayê naskirin, siberoj wê rejîma Esad li hemberî wê çi bike, baş nayê zanîn.”

Marco Sassolî yê ku di nav Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî de peywirên girîng bi cih aniye diyar dike ku li gorî hiqûqa navneteweyî dema ku ji herêmên şer re alîkarî tê şandin, dewletên li herêmê li pêş çavan tên girtin. Sassolî got ku “Rejîma Sûriyeyê berpirsyariya wê heye ku destûrê bide alîkariyên ji bo kesên ku li herêmên mûxalîfî wê dijîn. Li gorî hiqûqa navneteweyî divê ev alîkarî bigihêje hemû gelên Sûriyeyê û divê pêşiya vî tiştî were vekirin. Li gorî zagonên navneteweyî Heyva Sor a Kurdistanê di warê fermî de nayê naskirin lê divê bi alîkariya wê alîkariyê bigihînin herêman. Yek ji sedema herî bingehîn jî ev e ku Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî ji ber nerazîbûnên Tirkiye û Sûriyeyê naxwaze bi Heyva Sor a Kurdistanê bixebite.”

‘TECRÎDA LI SER OCALAN TÊ WATEYA BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN’

Profesorê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Cenevreyê Marco Sassolî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpêkirina mafên mirovan e û got ku “Li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ragirtina Ocalan ne binpêkirina mafên mirovan e lê saziyên Konseya Ewropayê di hin biryarên xwe de diyar kiribûn ku tecrîda li ser Ocalan tê wateya binpêkirina mafên mirovan.”

Sassolî diyar dike ku di hiqûqa navneteweyî de pênaseya terorê baş nehatiye diyarkirin û got ku “Li gorî rejîma Sûriyeyê her kesên ku li dijî wan şer dikin, terorîst in. Li gorî Rûsyayê, Çeçen terorîst in, li gorî Madûro kesên li kolanan terorîst in. Ez dosyeya PKK’ê baş nizanim, lê dizanim ku PKK li gorî hiqûqa şer a navneteweyî tevdigere û peymanên ji bo vî tiştî îmze kiriye. Mesela ez dizanim ku PKK’ê peymana qedexekirina mayînên antî-personel îmze kiriye. Dema ku em bi komên din re tînin ba hev, tê dîtin ku PKK’ê di warê navneteweyî de gelek berpirsyarî pêk aniye.”

CAVKANI: ANF