حركة المجتمع الديمقراطي

Salek di ser dagirkeriyê re derbas bû.. binpêkirin zêde dibin û rewşa sivîlan aloz e

2,187

Di ser dagirkirina Efrînê re salek derbas bû. Rapor û çavdêriyên der bare rewşa Efrînê de behsa gelek binpêkirinên mirovî dikin.

Roja 18`ê Adara 2018`an dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kir, şerekî giran li wir qewimî, artêşa Tirkiyê balafir û çekên giran bi kar anîn. Hêzên navdewletî jî çavên xwe ji êrîşê re girtin. Gelê Efrînê di pêvajoya 58 rojan de berxwedaneke mezin nîşan da, navê wê berxwedanê jî bû “Berxwedana Serdemê”.

Ji roja destpêkê ya dagirkirina Efrînê ve binpêkirinên li dijî gelê herêmê û bi taybet li dijî gelê Kurd ranewestiyan û aliyên têkildar gelek şêweyên binpêkirinan bi rapor û belgeyan eşkere kirine.

Koçberî û guhertina demografîk

Di encama êrîş û dagirkeriyê de bi sed hezaran welatiyên Efrînê yên resen ji warên xwe derketin.

Li gorî raporên ku ji aliyê saziyên cuda ve hatine amadekirin, ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê yek ji wan e, di roja 18`ê Adara 2018`an de 350 hezar  sivîl ji Efrînê derketin.  Heta niha jî gelek malbat ji ber zext û zilma dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derdikevin û li şûna wan malbatên ji Xûta, Deraa û Idlibê têne bicihkirin û li Efrînê guhertina demografîk tê kirin.

Li gorî daneyan niha hejmara Kurdan li Efrînê tenê ji sedî 20 maye, anku ji destpêka aloziya Sûriyê ve mezintirîn guhertina demografîk li Efrînê pêk hatiye, ew bi hevkariya Tirkiyê û Rûsya çêbûye.

Bi qasî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, hezar û 139 malbatên ji Xûta û Deraayê li navçeyên Cindrês, Şêrawa, Mabata û Bilbilê hatine bicihkirin.

Her wiha dagirkeriya Tirkiyê ji salekê ve hewl dide nasnameyên şêniyên Efrînê jî biguherîne û bike yê Tirkiyê, navên kolanan, qadan û saziyên giştî veguherandine zimanê tirkî. Her wiha ala Tirkiyê li ser dibistanan û saziyan hildane. Di vê çarçoveyê de navê Qada Newroz veguherîn “Qada Selahedîn”, navê Qada Wetenî veguherndin “18`ê Adarê” û Qada Kawayê Hesinkar jî veguherandin “Qada Şaxê Zeytûnê”. Her wiha navên gelek gundan û cihên diyar hatine guherandin û li şûna wan navên Osmanî hatine danîn. Ala Tirkiyê û wêneyên Erdogan jî li her derê belav kirin. Li dibistanan jî zimanê tirkî hatiye ferzkirin û li ser cilên zarokan ên dibistanê jî ala Tirkiyê hatiye neqişandin.

Dîsa dagirkeriya Tirk nêzî 22 gund, mezar û cihên êzidiyan hilweşandin.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyê re, dagirkeriya Tirk nasnameyên Tirkiyê dide welatiyên Efrînê da ku dengên AKP`ê zêde bike.

Revandin û kuştin

Dagirkeriya Tirkiyê her wiha di pêvajoya dagirkeriyê de gelek kiryarên revandin û kuştina mirovan kirin. Der barê mijarê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di raporeke xwe de eşkere kir ku di nava salekê de 2 hezar û 600 kes hatine revandin, her wiha çarenûsa hezar sivîlan jî ne diyar e.

Li gorî Platforma Hiqûqnasên Sûriyê ya Parastina Efrînê di nava salekê de nêzî 3 hezar bûyerên revandinê qewimîne, gelek mirov ji bo pereyan ji malbatên wan bistînin têne revandin.

Der barê rewşa jinan de li Efrînê, endama platformê Evîn Hac Hemo got wan 50 bûyerên revandina jinan û 55 bûyerên destdirêjiyê bi belge dane rêxistinên hiqûqî yên derve. Hemo da zanîn ku jin li Efrînê rojane rastî binpêkirinan tên, herî dawiyê jî jinek li Qada Azadî ya bajarê Efrînê ji aliyê çeteyekî ve hate kuştin. Li gorî daneyên saziyên têkildar 84 sivîl li Efrînê hatine kuştin û bi sedan bûyerên ku nehatine naskirin jî hene.

Dizî û talan

Hîna roja destpêkê ya dagirkeriyê bû, Efrîn rastî bûyera diziyê ya herî mezin hat. Kiryarên diziyê bi gelek rapor û dîmen û wêneyan hatin belgekirin. Di dîmen û wêneyan de tê xuyakirin ku çete çawa dikan, mal, erebe, zeyta zeytûnan û hemû tiştên din ji mal û bazara Efrînê didizin, tiştên diziyê jî li bazarên Cerablus, El-Bab û Ezazê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne, têne firotin.

Çeteyên Tirkiyê dest danî ser malên welatiyên Efrînê yên ji malên xwe derketin, her wiha bi darê zorê dest danîn ser malên welatiyên li wir mane.

Yek ji mezintirîn bûyerên diziyê, diziya zeyta Erfînê bû. Dagirkeriya Tirk dest danî ser berhemên salê yên zeytûnan û bi rêya deriyê sînor yê gundê Hemamê li navçeya Cindrêsê derbasî Tirkiyê kirin.

Li Efrînê nêzî 18 milyon darên zeytûnê hene, hilbirîna wan a salane nêzî 270 hezar ton zeyt e, dagirkeriya Tirikyê jî dest danî ser hilbirîna vê salê.

Li gorî çavkaniyan, çeteyan dest danî ser hilbirîna welatiyan û bir Tirkiyê. Her wiha dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê gelek darên zeytûnan û darên daristanan û zeviyên genim ên welatiyan bi zanebûn şewitandin.

Li gorî rojname û ajansên cîhanê dagirkeriya Tirkiyê bi rêya hin şîrketan zeyta Efrînê firotiye Spanyayê. Li gorî wezîrê çandiniyê yê Tirkiyê wan dest daniye ser 50 hezar ton zeyt, her wiha çateyan jî 75 hezar ton diziye û li bajazarên Sûriyê firotine.

Saziyên ragihandinê yên cîhanê eşkere kir ku dahata Tirkiyê ji firotina zeyta zeytûnan a Efrînê gihîştiye 130 milyon dolaran.

Berhemên dîrokî yên Efrînê li muzexaneyên Tirkiyê ne

Dagirkeriya Tirkiyê gelek şûnwar û deverên dîrokî ku di lîsteya UNESCO`yê de ne, hiweşandin, mîna deverên Eyndara, Nebî Hûrî, Medreca Romanî, Dêr Mişmiş û gora Marmaron. Piştî hilweşandinê jî dagirkeran li cihên dîrokî lêgerîn û kolan kirin û gelek entîkeyên dîrokî dizîn û firotine bazirganan an jî birine Tirkiyê.

Hevseroka Komîteya Şûnwaran a Efrînê Esmehan Ehmed diyar kir ku li Efrînê nêzî 75 girên dîrokî hene. Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê piraniya wan giran kolane û li berhemên dîrokî geriyane.

Rêveberê şûnwar û muzexaneyan ê Sûriyê Mehmûd Mihemed Elî ji saziyên ragihandinê re diyar kir ku leşkerên Tirkiyê û hin karsazên Tirk û bi alîkariya îstixbarata Tirkiyê li şûnwaraên Sûriyê geriyane û nêzî 16 hezar parçe ji Sûriyê û bi taybet ji Efrînê dizîne. Elî diyar kir ku tiştên hatine dizîn, niha di muzexaneyên Tirkiyê de ne.

Dagirkerên Tirk li Efrînê hesinên xeta trênê ku ji gundê Meydan Ekbes ê navçeya Raco ber bi Kefercenê û Qitmêya navçeya Şeran ve dirêj dibe, vekirine û firotine bazirganên Ezazê.

Ajansa me beriya niha dosyayên hin sîxurên ku bi navê meclisên herêmî alîkariya dagirkeriya Tirk kirine, weşandine. Ev sîxur navên welatiyan didin dagirkeran da ku wan bigirin. Dagirkeriya Tirk hewl dide di nava welatiyan de nakokiyan derxe, lewma sîstema muxtariyê çêkir. Li her gundekî sîxurek bi navê muxtar hatiye erkdarkirin, ev kes liv û tevgera welatiyan dişopînin û raporan didin îstixbarata Tirkiyê. Di vê navberê de Odeya Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyan diyar kir ku wan çend kesên ku sîxurî kirine û welatî dane kuştin, girtine û paşê ew bi kuştinê ceza kirine. Li gorî daxuyaniyan Odeya Xezeba Zeytûnê 220 çalakî li dijî komên çete, leşkerên Tirk û sîxuran pêk anîne.

Der barê binpêkirinan de hişyarî

Li dijî binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de welatiyan xwest Tirkiye ji axa Sûriyê derkeve û ji dewletên hevkarên Tirkiyê jî xwest ku piştgiriya Tirkiyê nekin û binpêkirinên wê eşkere bikin.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk roja 2`yê Berfanbara sala 2018`an bi dirûşma “Qirkirina Nîjadî û Guhertina Demografîk li Efrînê” komcivînek li dar xist. Komcivînê 3 rojan dewam kir û tê de kiryarên guhertina demografîk û qirkirina nîjadî, kuştin, revandin û dizî hatin eşkerekirin.

Komîteya navdewletî ya lêpirsînê li Sûriyê di rapora xwe de kiryarên biêş ên ku Tirkiyê li dijî sivîlên Efînê dike, eşkere kirin. Di raporê de behsa kuştin, revandin, dizî û talana ku çeteyên Tirkiyê li Efrînê dikin tê kirin, her wiha tê gotin ku ewlehî û aramî li Efrînê tune ye.

Ji sedî 90’ê binpêkirinên Tirkiyê hîna veşartî ne!

Tevî ku gelek bipêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê hatine eşkerekirin, lê gelek binpêkirinên din ku kesek nikare xwe bigihînê û bibîne, têne kirin. Heta niha rêxistinên hiqûqî û mirovî nikarin li Efrînê lêkolînê bikin.

Sivîlên ku ji Efrînê derdikevin û xwe digihînin Şehbayê, diyar dikin ku gelek binpêkirin têne kirin. Welatiyeke ku ji Efrînê derket, di vê derbarê de wiha dibêje; “Efrîn zindaneke mezin e”.

Endama Platforma Hiqûqnasên Sûriyê ya Parastina Efrînê Evîn Hemo diyar kir ku ji sedî 90’ê binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê hîna veşartî ne û dagirkeriya Tirkiyê rê nade saziyên têkildar ku lêkolînê bikin. Evîn Hemo ji civaka navdewletî xwest ku komîteyeke serbixwe biçe Efrînê û lêkolînê bike.

 

CAVKANI:ANHA