حركة المجتمع الديمقراطي

DAÎŞ di şerê eniyê de têk çû lê bi hişmendiya xwe dijî

124

Şervanên Kurd ji 2013’an ve li hember hovîtiya DAÎŞ’ê mirovatiyê diparêze.
Siyasetmedar û lêkolîner Dozdar Hemo, di derbarê têkçûyîna DAÎŞ’ê ya li Sûriyê, israra dewleta Tirk ya ji bo herêma ewle, di erdnîgariya Sûriyeyê de rola KurdaN û projeyê wan a derbarê pêşeroja gelên Sûrî ji ajansa me re axivî.

YPG-YPJ BI FIKIR Û RAMANÊN XWE LI PÊŞIYA TERORA DAÎŞ’Ê SEKINÎN

Siyasetmedar Dozdar Hemo, di destpêka axaftina xwe de berxwedan û serkeftina şervanên azadiyê silav kir û wiha behsa têkçûyîna DAÎŞ’ê kir: “DAÎŞ ji sala 2014’an vir ve li cihanê navê wê hat bihîstin. Mirovahiyê bihîst weke ku hêzekê metirsî, hov, terorîst, li cîhanê hate ragihandin û hate naskirin. Bi girtina Mûsilê re ev hêz weke ku tu kes nikare li ber bisekine artêş ji ber direviyan. Sinorên hinek dewletan artêşên xwe paş ve dikişandin û diçûn. Komkujî û êrîşa li ser Şengalê re ku hat çêkirin. Hovîtiya DAÎŞ’ê hîn zêdetir diyar bû. Terora DAÎŞ’ê wisa lê hat ku berî navê xwe dihat. Hîna ku DAÎŞ li Mûsilê bû tu kes li Dêrazorê nedima. Êdî nav li xwe kirin li Şam û Bexdayê bi navê dewleta Islamîyetê. Di cihanê de yê ku cara yekemin berovajî difikirî, gotin na em dikarin li hemberê DAÎŞ’ê bisekinin, em dikarin li beramberê DAÎŞ’ê çand, nirx û diroka xwe biparêzin,tenê şervanên Kurd bûn. Pişt wan şervanên Kurd felsefeyekê dagirtî ya hemî mirovahiyê ku di nava xwe de digre pergala Modernîteya Demokratîk e. Pergala ku hemî gelan di nava xwe de digre pergala ku bi hevre ava bike, bi hevre bide jiyandin di nava xwe de dihewand. Ya ku li ser mîrateya dewlemed ya Rojhilata Navîn ku rê nade terorê, rê nade komkujiyan. Her tim aşitî û biratiyê bi hev re dijî, wan şervanan bi fikir û ramanên xwe li pêşiya terora DAÎŞ’ê sekinîn. Di rastiyê de xwe kirin mertal. Li pêşiya hovîtiya DAÎŞ’ê mirovatî, Kurdên Êzîdî û çanda Rojhilata Navîn û Kurd parastin. Ji vê berxwedaniya ewil re gellek kes bi guman nêzik bû. Gotin, gelo 300 kesê DAÎŞ’ê 4000 hezar eskerê Iraqê, di nav 24 saetan de ji Mûsilê derxist, ma ev şervanên Kurd wê çawa li hember DAÎŞ’ê bisekinin? Ji xelkê heremê re guman çêkirin. Di rastiyê de 12 şervanên Kurd li serê çiyayê Şengalê, terora DAÎŞ’ê sekinandin, Êzidî ji komkujiyê parastin. Ew terora DAÎŞ’ê ku digot; em ê biçin  zarokên wan bikujin, jinên wan ji bo xwe bînin. Wan 12 şervanên HPG-YPG û YPJ’ê terora DAÎŞ’ê sekinandin. Ji wê rojê vir ve tenê hêza Kurdî ya ku pişta xwe dida Netewa Demokratik, ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan bi hişmendiya wekhevi, birati ya ku ew di dibistanekê de perwerde kiribûn, wan di zeman û mekanê wê de dersa terora DAÎŞ’ê dan. Êdî di rastiyê de ew hêvî çêkir. Cihanê dît ku li hember terora DAÎŞ’ê berxwedanî dibe. Mînaka vê jî, şervanên Kurd in. Ev di Kobanê de şênber bû.Di berxwedana Kobanê de şervanên YPG-YPJ’ê, ji DAÎŞ’ê re gotin bisekine. Gelê Rojava û pêkhateyên Sûrî li hember DAÎŞ’ê sekinîn. Ji 2015’an û vir gelê Kurd li hember terora DAÎŞ’ê gav bi paş de didan avêtin. Piştre Minbic,Tebqa,Reqqa, hatin rizgarin. Em îro li bendê ne ku gundê Baxozê jî were rizgar kirin.”

‘EM NIKARIN BIBÊJIN BI TEMAMÎ DAÎŞ TÊK ÇÛYE’

Siyasetmedar û lêkolîner Dozdar Hemo, derbarê wan nêzîkatiyên ku dibêje  DAÎŞ têk çûye jî got: “Şervanên Kurd ji 2013’an ve li hember hovîtiya DAÎŞ’ê mirovatiyê diparêzin. Ev çar sal in ku li hember DAÎŞ’ê şerekî mezin tê kirin. Niha her kes kêlî bi kêlî xilasbûna DAÎŞ’ê temaşe dike.Di milê leşkerî de di axa Sûrî de bi dawî bû. Em dikarin bêjin terora DAÎŞ’ê di şerê enîyê de hat bi dawî kirin. Bi pêngava Baxozê re şerê li hember DAÎŞ’ê yê eniyê bi dawî bibe.Lê em bi teqez nikarin bêjin DAÎŞ xilas bû. Ji ber ku niha li Kerkuk û Diyala li Iraqê, DAÎŞ heye. Li çola Sinê, li Somalî, li Libya li Selehedîn DAÎŞ heye. Li ser axa Sûrî DAÎŞ qediya. Lê divê weke fikir were dest girtin. Li pey DAÎŞ’ê fikrek hebû. Ev li Sûrî bi dawî nebûye. Civakek li pey hebû ev civak hîna baweriya xwe bi DAÎŞ’ê tîne. Wê şervanên Kurd ji vir şûn de bi gelên Sûrî re tekoşinekê nû bidin. Ev tekoşin hem li hember hûcreyên DAÎŞ’ê, hem jî li hember hişmendiya wî wê bê dayîn. Ew kesên ku bi hişmendiya terora DAÎŞ’ê bandor bûne hene, lê terora DAÎŞ’ê weke şerê cepheyê bi dawî bûye.”

‘HERÊMA EWLE ŞÊWAZEKE DAGIRKIRINÊ YE’

Dozdar Hemo, rojeva herêma ewle an jî tampon wek şêwazekî dagirkeriyê pênase kir û wiha domand: “Berî her tiştÎ herema  ewle an herêma tampon. Ev gotinên çêkirîn divê neyên bi karanîn. Çi ewle an kî ewlehîyê dixwaze? Ji xwe Bakur-Rojhilatê Sûrî herêma bi ewle ye. Ji 2011’an vir ve bi ewle ye. Niha bi hezaran xelkê Sûrî li vê heremê bi cih bûne.Bi pêkhateyên Kurd, Ereb, xirîstiyan Ermen, Çeçen,Tirkmen bi hev re dijîn. Ji ber ku ewle ye lê dijîn. Ev gotinên çêkirî, ti bingehek xwe nîne. Dixwazin vê rojevê têk bibin. Di bin navê herêma bi ewle de dagirkerîyek nû heye. Bi zimanê nû dagirkerî, weke ku Efrîn li ber çavê cîhanê bi tang teyare û topan hat dagir kirin. Ev jî şêwazekî dagirkerîyê ye. Reaksiyona cihanê derket ji ber ku dagirkerî nehat veşartin. Lê anîna rojevê ya vê herêma ewle tê maneya dagirkeriyê.  Ev çend sal in ku ev herem bi ewle ne lê niha dixwazin dagir bikin. Ev herêm xwediyê pergalekê ye. Rêveberiya wê heye. Ev herêm di aliyê siyasî, civakî û aborî de xwe bi rêve dibe. Di aliyê parastinê de jî, li ser bingehê parastina rewa parastina heremê dike. Ji xwe sîstemek heye. Ev sîstem wê xwe biparêze. Lê gef hene ev gef jî, yên dewleta Tirkîyê ne. Ji xwe xetek heye. Lê em dikarin bêjin, ev dibe xeta parastina sînoran. Ger ku guman hebe bila di nav qada navnetewî de komîsyon bên ava kirin. Ji ber ku ti guman nînin. Guman jî çêkirîn e, gotinên dewleta Tirk tên rewa kirin. Gelê Bakur-Rojhilatê Sûrî dikare sînoran dayîne. Komisyonên navdewletî tên, hêzên koalisyonê tên. Lê divê destê dewleta Tirk  tê de nebe. Heger dewleta Tirk di nav herêma ewle de cih bigre wê sistema Bakur-Rojhilatê Sûrî ya 8 salan bê têk birin. Weke ku ev herêm bê xwedî ye. Gotinan ji ber xwe ve çêdikin, nizanim wê valatî çêbibin û  hwd. lê li Rojava ti valatî nînin. Hemî valatiyê xwe dagirtî ne. Xelkê Bakur-Rojhilatê Sûrî bi aramîyekê di bin siwana rêveberiya xweser de jiyan dike. Ti pirsgirêkên wî nîn in. Ev herêma ku tê de îstîqrar heye, di bin navê herêma ewle  de dixwazin têk bibin. Ev tiştek şaş e. Divê were fêm kirin.”

‘STRATEJIYA KURDAN LI SÛRÎ NAYÊ GUHARTIN’

Dozdar Hemo, bal kişand li ser stratejiya Kurdan ya ji bo Sûriyeyê û di derbarê helwesta desthilatdariya Sûriyê de ev tişt anî ziman: “Kurd bê guman beşek ji civaka giştî a Sûriyeyê ne. Di Sûriyeyê de piştî netewa Ereb dûyemîn netewa mezin Kurd in. Kurd wek netew wek miletek, zimanek, çandek, dîrokek, di Sûriyeyê de wek civakekê heye û kes nikare vê înkar bike. Berya şoreşa Sûriyeyê di 2011’an de ku piştî çend rojên din em dikevin sala 9’emîn a şoreşê Kurd roja ewil çi gotibin ji bo siberoja Sûriyeyê îro jî heman tişt dibêjin. Stratejiya Kurda ya ji bo siberoja Sûriyeyê sabît e, ne taktîk e. Niha hevpeymana civakî ya Tev-Demê heye 2011’an  di hevpeymaniya civakî de nivîsiye, îro jî eynî ye. Ji bo wî jî Kurd ji hikumeta Sûriyeyê Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî, ku hemû pêkhate bi nûnerên xwe ve di parlementoya giştî a Sûriyeyê de cih bigrin ku makezagonek nû çêbibe ev hemû pêkhateyên Sûriyeyê divê bi çand, reng, dîrok û heman wextê ev pêkhate xweser bin. Bi meclîsên xwe, bi ewlekariya xwe ya hûndirîn lê bi navenda Şamê re wek paytext girêdayî bin, sîstemekî nenavendî be Kurd vê dixwazin. Ev navê wî federalî dibe wê ji nîqaşê re vekirî be, navê wî Xweseriya Demokratîk be ji nîqaşê hevdîtina re wê vekirî be, aboriya welat ayidê navenda paytext be, ewlekariya welat ayidê Şamê be. Lê di xweseriyê de ew maf heye xweserî siyaseta heremê rêve bibin. Bê xwestin li gor berjewendiyên Sûriyeyê siyaset jî bikin. Heman wext xwe wekî hemwelatiyê Sûriyeyê yê giştî dibînin, lê di xweseriya xwe de jî Kurd in, Ereb in, Tirkmen in, Siryan in, Ermen in û Çeçen in. Kurda ev yekê beriya 2011’an jî xwestiye, îro jî dixwazin wê sibê jî bixwazin. Ji bo vê jî her çiqasî îro Kurd bihêz in, bi rastî jî xaka niha di bin serweriya rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de gelan ji xwe re sîstemek ava kiriye û ev sîstem îro hêzek wî yê rewa heye û vê xakê diparêze rexmê ku di vê rewşê de ne jî, dîsa Kurd ji rejîma heyî  vê daxwaz dike; divê em beşek ji Sûriyeyê ne, em perçebûna Sûriyeyê naxwazin rexmê hemû serweriya Sûriyeyê ya dewlemend ser erd û bin erd di bin destê rêveberiya Rojhilat-Bakurê Sûriyeyê de ye jî perçebûnê naxwazin. Berovajî em yekitiya Sûrî dixwazin. Ji bo yekitiya Sûrî hîn xûrt bibe ji hevdîtinan re em vekirîne. Destê me dirêj e, xwe dest bi pêngavekî hevdîtinê kirin lê ev hevdîtin ji ber hişmendiya rejîma heyî ya şoven ya nîjatperestî ku bi rastî jî hîn jî di wê zihniyeta navendî ve wek nêzîkatiyek dîktator nêzî hemû Sûriyeyê dibe ew hevdîtin hêdî hêdî meşiya.”

‘HEWCEYÎ BI SÛRIYEYEKE NÛ HEYE’

Lêkolîner Dozdar Hemo, diyar kir ku tu tişt wê wek berê nebe û pêwistiya bi Sûriyeyeke nû bi van hevokan ve anî ziman: “Divê rejîma Sûriyê ya heyî yan jî ev rayedarê wan yê siyasî kî ne, ev kes hîn jî li ser desthilatî ne divê êdî bizanibin ku Sûriyeyeke nû pêwîst e, Sûriyeke dîsa berî 2011’an dîsa bizivire ser Sûriyeyeke navendî. Sûriye di destê komekî mafyawarî de bi xêr û bêrê Sûriyeyê tev ji wê komê re be ew dem êdî çû. Ew bixwazin nexwazin îro em benda Sûriyeyek nû ne; ev Sûriyeya nû divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi hev re li ser Sûryeya nû nîqaş bikin makezagonek nû ava bikin, ku mafê herkesî bibîne kesî înkar neke û heman wext ev serweriya xêr û bêra Sûriyê ya heyî divê giştî welat were parvekirin, nekeve di bin destê grûbekê, heger hişmendiyek wisa hebe Kurd xwe amade ne ji bo nîqaşê. Ji ber ku nexşerêya Kurdan bi taybet giştî pêhkateyên Rojhilat- Bakurê Sûriyê ku hemû pêkhate bi navê MSD(Meclîsa Sûriyeya Demokratîk) xwe bi nav dikin nexşerêya xwe ji Sûriyeyê re pêşkeş kirine ji aliyên ku dixwazin ji bo çareseriyê navbenkariyê bikin di çarçoveya wî de em Sûryekî nû dixwazin.”

‘DI SERÎ DE TC DIVÊ HÊZÊN DAGIRKER DERKEVIN’

Hemo, di berdewamiya axaftina xwe de jî ji bo mayîndebûna çareseriyê bal kişande ser dagirkeriya Tirk û got: “Ji bo çareserî pêk were pêwîst e hêzên wek dewleta Tirk li Sûriyê derkevin. Niha dewleta Tirk hemû giraniya xwe xistiye Sûriyê. Ev dewlet hebûna xwe di Sûriyê de tê wateya ku siberoja Sûriyê dixwaze li gor xwe çêbike. Li gor xwe çêbike wê qet çareserî pêş nekeve. Heman wext hêzên derve yên wekî Rûsya, Îran, dewletên Rojava vana her yek bi dosyayekî bi projekî xwe xistine nav pirsgirêka Sûriyê. Serî de divê ev hêz destê xwe ji nav Sûriyê vekişînin. Taybet jî dewleta herêmî ya ku zêde zêde destê xwe di nav Sûriyê de heye wek Tirkiyê, him di hidûdê xwe him jî hikmê hemû çeteyên naha heyî ku di destê wê de ne wisa tehrîk dike, sor dike li hemberê neçareseriyê. Eger destê Tirkiyê ji Sûriyê neyê kişandin an jî hedek jê re neyê dayîn bi rastî jî siberoja Sûriyê nezelal e. Em nikarin bêjin ku wê çareserî çêbibe. Lê wek pêkhateyên Sûriyeyê bi xwe amade ne pirgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Wek Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê amadeye ku pirsgirêka xwe bi xwe çareser bike nexşerêya wî amadeye û herkes jî dizane. Lê ev hêzên heremî taybet jî dewleta Tirk ger ku tehdîda wî neyê bertaraf kirin wê qirîza Sûriyê bidome. Dibe ku asta pevçûna wek pêvajoya salê borî be lê wê pevçûn bidomin. Wê astengî bidomin, wê nehêlin ku aramiyek îstîkrarek çêbibe û xelk bizvirin cih û warên xwe. Wê her wisa koçberî bidome, wê tirs bidome, wê wisa jî siberoja Sûriyê nediyar be û alozî bidome.”

‘HÊZÊN KU DAÎŞ ÇÊKIRINE, NAXWAZIN DAÎŞ’IYÊN GIRTÎ WERIN DARIZANDIN’

Siyasetmedar û nivîskar Dozdar Hemo, di derbarê bendewariya ku  DAÎŞ’ên ku hatine girtin wê di asta navdewletî de were darizandin hişyar kir û diyarkir ku wê hêzên navdewletî nehêlin ku ev xwestek pêk bê û wiha pêde çû: “Divê di vir de hemû nivîskar, şîrovekar, hemû kesên ku di siyasetê de taybet jî hemû Sûriyeyî vê bizanibin; tu carî wê dadgehekî navdewletî ji bo darizandina van DAÎŞ’iyan wê neyê avakirin. Berovajî vê, dewletên ku  DAÎŞ’î yên ku welatiyê wan e wê dev jê berde û wan xwedî dernekeve, çima? Ji ber ku DAÎŞ hebûneke îstîxbaratî ya navdewletî ye. Hemû îstîxbaratên dewletan DAÎŞ çêkirine. Destê hemû dewletan tê de heye. Baş e van dewleta  dizanîbû ku DAÎŞ ya wan e, taybet jî dewleta Tirk. Wê çawa dadgehekî navdewletî çêbibe û werin xwe bi xwe mikur werin bêjin wele Tirkîye alîkarî da me. Nizanim falan dewletê alîkarî da me. Ew dewlet diyare ewqas ne ecemî ne ku ji wê mehkemê re bêjin erê. Sibê DAÎŞ’iyên ku bi xwe çêkiriye were bêjin wele filan kesî alîkarî daye me. Berovajî wî her kes di wê hewildanê de ye ku welatiyên kijan dewletê bin bi rastî ser xwe bavêjin. Zaten niha eşkere wisa dibêjin. Dibêjin nizanim ji ber ku seferatê me niha li Sûriyeyê nînin, em nikarin bêjin ew welatiyê me ne, em nagrin. Ev tê çi wateyê? Ji van DAÎŞ’î yan re wê bi rastî jî tu dadgeh neyê kirin. Xwezî dadgehek bihata kirin wê demê me yê bidîta ku kê ev DAÎŞ’ê ava kiriye, mebesta wan çi bû, dixwestin çi bikin, vana jî îstîxbaratê dewleta ne, nakin. Xwe bi xwe deşîfre nakin. Wê berovajî vê binixûmînin, heta ku ji destê wan were wê bêjin bila were kuştin, ne em wan nas dikin ne jî bila ew me nas bikin.”

‘DADGEHA BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYÊ DIVÊ VAN ÇETEYAN DARIZÎNE’

Dozdar Hemo bi domdarî got, “Bêguman bi rastî jî qirêjiya cihanê di Sûriyê de bi destê hêza Sûriya Demokratîk wek leşgerî bidawî dibe. Gelek ji vanan xwe radestî dadgeha Bakur-Rojhilatê Sûriyê kirin. Van însanên ku hatine Sûriyê divê bên dadgeh kirin. Çima? Ji ber ku îro ev kes DAÎŞ’î yek nizanim ji Tacîkîstanê, Tirkmenîstanê, Fransa, Almanya, Tirkiyê hatine destê xwe di komkujiya Sûriyan de hene, taybet destê xwe li ser pêkhateyên Kurdên Êzîdî hene, divê ev dadgehên Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî van kesan li gel xwe mehkeme bikin.

Mafê Kurdan, Ereban, Êzidiyan heye ku bibêjin em dixwazin di mehkemeya van çeteyan de amade bin, em bizanibin van kesan bi rêka kê, çima hatine li ser me komkujiyan dikin, fêr bibin. Ji bo vê jî wê werin dadgeh kirin. Dadgehkirina wan wê giran be mesrefa wan heye, wana parastin heye, xwedîkirina zarokê wan heye, gelek kesên ku xwe hîn jî DAÎŞ’î dibînin heye. Vana perwerde jê re lazim e. Van pêwîst e tu hişmendiya DAÎŞ’iyan ji serê wan de derxîne, ev jî wê li ser me giran be. Ji bo wê jî pêwîstî heye ku ev bi desteka derve ya Xweseriya Demokratîk, dosyayê wan bi qomîsyonên cûda cûda ava bibe, rastî jî ev DAÎŞ’î kî ne, kê ev şandine, çima hatin, aliyê wê yê aborî em çiqas mesref lêdikin? Vana bêguman wê ji bo me giran be. Ez bi xwe texmîn nakim ku NY an jî dadgehên davdewletî xwedî li van derbikeve. Wê li ser dadgeha Xweseriya Bakur-Rojhilatê Sûriyê wê vê yekê çareser bikin. Ji bo vê jî pêwîst e em vê ji cîhanê re ragihînin. Divê em agahiyên di derbarê van çeteyan de bi hemû detayên xwe ve ji raya giştî re par ve bikin. Em di mehkemekeyeke adil de tola van Sûriyan yên ku bi destê van çeteyan hatine kuştin bigrin. Divê em tola komkujiya ku li ser civaka Êzîdî li Şengalê hatibû kirin bigrin û hesab wan bixazin.

Li Kobanê komkujî li ser gelê Kurd kirin divê em hesab wan bixwazin. Li gundê Xabûrê derdorê Tiltemirê komkujî li ser xirîstiyanan kirin divê em hesab ji wan bixwazin. Li Serêkaniyê komkujî li ser Ereban kirin divê em hesab ji wan bixwazin. Li Til hemîs, Holê, Reqqayê bi hezaran gorên komî hene, hemû jî xelkê Sûriyeyê bûn bê sûc bûn, bi destê van çeteyan hatin kuştin divê em hesab bixwazin. Ev yek bi mehkemekî şefaf, ber çavê hemû cîhanê bi rastî jî em dikarin vana mehkeme bikin. Lê jê re binesaziyek lazim e. Bêguman pereyek pir jê re lazim e. Niha Ewropa çima van nagrin li cem xwe? Ji ber ku her yekî van tu bigire li Sûriyeyê heta tu bibî Elmanyayê bi mîlyon Eûro jê re lazim e, heta tu vê dadgeh bike bi mîlyon Eûro vê re lazim e. Mehkemeya Elmanya ji bo 2-3 terorîstên xwe bi mîlyonan Eûro xerc nakin. Wê bêjin em dewsa ku bi mîlyona Eûro ji vê terorîstê re xerc bikin wê vê perê ji cihekî cûda re xerc bikin. Ji bo vê jî pêwîst e hemû mirovahî bi exlaq, vîcdan çawa van şervanan li hemberê hemû cihanê li dijî van çeteyan şerkirin, şehîd dan dawiya terorîstan di Sûriyê de anîn, pêwîste mirovahî jî van şervanên ku ji bo azadiyê şer kirine jî di bin bar de nehêlin. Ji ber ku DAÎŞ barek e. Divê bigrin ger ku negrin Rêveberiya Xweser mecbûr bibe vana bi mehkemekî adilana li ber çavê hemû cîhanê rastî jî rojane bi cîhanê re hemû tişta îzah bike ku çi debe divê di rojevê de bimîne.”

CAVKANI:Dozdar Hemo-ANF NEWS