حركة المجتمع الديمقراطي

Şahoz Hesen: Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê pêwîstî bi pergaleke demokratîk heye

411

Şahoz Hesen destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi pergaleke demokratîk û itîrafkirina mafên gelê Kurd û tevahiya pêkhateyên din pêkan e. Hesen bal kişand ser ku Tirkiye prosesa siyasî ya Sûriyê asteng dike û diyar kir ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê divê Rûsya bandora xwe bi kar bîne. Her wiha teqezî li yekrêziya refê li hember komployan kir.

– Hûn rewşa Sûriyê piştî tunekirina DAIŞ`ê çawa dinirxînin?

Serkeftinên ku hatine bidestxistin, serkeftinên gelê Sûriyê û tevahiya mirovahiyê ne, ji ber ku berxwedana li Kobanê dest pê kiriye berxwedana mirovahiyê ye. Em vê serkeftinê li tevahiya mirovahiyê, hêzên demokratîk û kesên ku rol di tunekirina hêza terorîst de lîstine, pîroz dikin.

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, Sûriye derbasî pêvajoyeke nû bû û rêya li pêşiya danûstandinên siyasî yên Sûriyê hat vekirin. Bi taybet piştî ku Rêveberiya Xweser destkeftiyên mezin li ser tevahiya astan bi dest xistine. Lê ev tişt ne di berjewendiya dewleta Tirk de ye, ji ber wê hewl dide van danûstandinan bi rêya lihevkirinên bi Rûsya û Îranê re asteng bike. Tirkiye bi rêya van lihevkirinan Efrîn dagir kir, ji ber wê aloziya Sûriyê her ku çû kûrtir bû.

Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê hewcedarî bi pergaleke demokratîk heye, ev jî me ji destpêka aloziyê ve teqez kiribû. Rêya wê jî danûstandinên Sûrî-Sûrî û diyaloga rastîn e. Di encama destwerdana derve de aloziya Sûriyê bûye aloziyeke navdewletî, lewre me projeya avakirina Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk pêşkêş kir. Bi rêya vê projeyê gelê Kurd û tevahiya pêkhateyên din dê karibin bigihîjin mafên xwe.

– Di nêrîna we de ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, hîmên ku dê xuya bibin çi ne?

Doza gelê Kurd ku der heqê wî de siyasetên qirkirinê hatine meşandin, ji dozên sereke ne. Berê hem ji maf û hem ji xaka xwe jî bê par hatibû hiştin, lê îro itîrafê bi hebûna Kurd dikin. Lê têgeha mafan a wan ji têgeha me cudatir e, ew berdewamkirina zîhniyeta Baasê dixwazin ev tişt ji têgeh û rêgezên demokrasiyê dûr e. Têkoşîna me di heman demê de ji bo mafên gelê Kurd û rûniştandina pergala demokrasiyê li Sûriyê ye. Ji ber ku pergala demokratîk vîna gel bi tevahiya pêkhateyên xwe ve qebûl dike. Gelê Kurd jî vê rêgezê bi rêya jiyana hevbeş bi pêkhateyên din re dide rûniştandin. Her wiha deskeftiyên ku hatine bidesxistin, vîneke demokratîk û hêzeke mezin afirand û karî li hember DAIŞ`ê bisekine. Ev destkeftî bi saya rêveberiya herêmê ya siyasî hatin bidestxistin. Em dibêjin bêyî çareseriya doza Kurd demokratîkbûna Sûriyê ne pêkan e.

– Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê gelek civîn li dar ketin, gelo hûn encamên wan civînan çawa dinirxînin?

Li ser asta dîplomasiyê xebatên ku têne kirin, baş in. Bandora wê jî hebû û girêdayî gefên Tirkiyê bû. Ji bo dîplomasiya me ya derve bi awayekî giştî tecrubeya me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne qebûlkirin. Lê biryara siyasî ya Sûriyê bi lihevkirin û nakokiyên di navbera Amerîka û Rûsyayê de ji aliyekî ve û ji aliyê din ve hewldanên Tirkiyê ji bo têkbirina destkeftiyên gel ve girêdayî ye. Bi baweriya min eger gefên Tirkiyê werin nîqaşkirin, divê doza Kurd, mijara demokratîkkirina Sûriyê û awayên pêkanîna wê jî were nîqaşkirin.

Tişa din a girîng ne tenê pêşeroja Kurd li Sûriyê ye, lê belê dê çawa tecrubeya Rêveberiya Xweser a Sûriyê were nirxandin. Lê mixabin niha tu gavên cidî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê tune ne. Lê tişta ku em tekez dikin ku eger di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî yan jî derve de dê pêk were, em nûnertiya vîna gel dikin, em li ser erdê ne û em beşek ji çareseriya aloziya Sûriyê ne.

– Hûn daxuyaniyên rejîma Sûriyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa dibînin?

Têkoşîna me têkoşîneke siyasî ji bo demokratîkkirinê ye. Helbet dê astengî rastî me werin, ji ber ku em bi rejîma ku îstixbarata wî ji zêdetirî 50 salî ve serdest e kar dikin, ji ber wê dê zû dest ji serdestiya xwe bernede.

Gotinên Buseyne Şaban û Tirkiyê û yên din li ser parçebûnê, pê nayê bawerkirin. Di dijwartirîn demê de rejîmê hevalên me digirtin û dikuştin. Ji bo parçebûnê me dest bi vê têkoşînê nekiriye, lê belê têkoşîna me ji bo çareseriya aloziya doza Kurd li Sûriyê ye. Gelê Kurd wê bibe bingeha veguhertina demokratîk li Sûriyê, me berê ev tişt gotibû û em îro jî dibêjin. Îdiayên rejîma Sûriyê û Tirkiyê ku dibêjin Partiya Yekitiya Demokratîk an jî Rêveberiya Xweser an jî wek Kurd em hewl didin ji Sûriyê qut bibin, dereweke mezin e. Armanca me li Sûriyê pergaleke demokratîk û nenavendî ye. Têkoşîna me jî di çarçoveya nenavendîbûna Sûriyê û rûniştandina pergala demokratîk de ye.

Tişta ku ez dixwazim di vî warî de bibêjim, dewleta Tirk bi rêya lihevkirina xwe bi Rûsyayê re bêyî vîna rejîmê mudaxeleya Sûriyê kir, herêmên Sûriyê ji Cerablusê heya Efrîn dagir kirin. Lê Rûsyayê nehişt rejîm di vî warî de daxuyaniyekê bide.

Li ser wê bandora Rûsyayê li Sûriyê heye, divê Rûsya wê bandorê ji bo çareseriya aloziyan bi kar bîne, ne ku bihêle dewleta ku dijminahiya bi gelê Sûriyê bi taybet gelê Kurd dike, welat dagir bike, gelê wê qir bike û hevkariya Birayên Misilman bi zora çekê li desthilatdariya Sûriyê ferz bike. Ev kirêttirîn siyasetek e ku der heqê gelê Sûriyê de tê kirin.

Wek aliyekî siyasî em ne li dijî tu aliyekî siyasî yê din in. Em bi pirrengî, cudabûna nêrîn û fikrên siyasî re ne. Em ji nêrînên aliyên din re rêzdar in, ji ber ku bi pergala nenavendî û demokratîk em dikarin bigihîjin çareseriyeke giştî ji aloziyê re ku mafên aliyên siyasî yên cuda yên Sûriyê mîsoger dike.

Divê gelê Sûriyê bi giştî pêkhateyên xwe ve, bi taybet aliyên siyasî yên demokratîk û kesayetên niştîmanî çi ji hundirê Sûriyê yan jî ji opozîsyonê dibe, bizanibin ku yekrêziya refan bingeha demokrasiyê ye û pê em dikarin li hember komployên li dijî Sûriyê bisekinin.

CAVKANI:ANHA