حركة المجتمع الديمقراطي

Mihemed Mûsa: Dibe ku hêzên herêmî li Idlibê werin pêşberî hev

64

Sekreterê giştî yê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Mihemed Mûsa destnîşan kir ku aloziya Sûriyeyê bi komkirina komên çete li Idlibê derbasî qonaxeke nû bûye û got heke çareserî ji vê xetereyê re neyê peydakirin, îhtîmal heye ku hêzên herêmê li ser erdê li hemberî hev derkevin.

Mihemed Mûsa di hevpeyvîneke xwe de li gel ajansa me ANHA‘yê re anî ziman ku aloziya Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû bûye û wiha domand: “Şerê li Sûriyeyê bi komkirina hemû komên çete û yên li Idlibê û bakurê Hemayê derbasî qonaxeke nû bûye, lê zêdetirî 4 milyon kes li van herêman dimînin, heger beriya operasyona leşkerî çareseriyek guncaw neyê peydakirin îhtîmala derketina karesateke mezin heye.”

Mûsa wiha pê de çû: “Hêzên herêmî û navdewletî mîna Tirkiye, Îran û Rûsya, rêjîma Sûriyeyê bi navê peydakirina çareseriyê ji bo Idlibê civînan li dar dixin, lê di nêrîna min de du projeyên nakok li ser erdê derketine, rêjîma Sûriyeyê bi desteka Rûsya û Îranê ji aliyekî ve û berjewendiyên Tirkiyeyê ji aliyekî din ve.”

Mihemed Mûsa diyar kir ku heger şerên nû li Idlibê an jî herêmên din ên di bin serweriya komên çete yên girêdayî Tirkiyê de rû bidin, îhtîmal e ku hêzên herêmî li ser erdê li pêşberî hev derkevin û wiha pê de çû: “Lê êdî Rûsya nema dikare roleke mezin bilîze, lihevkirinên di vê çarçoveyê de ez dûr dixim, ji ber ku Tirkiye herêmên ku li Sûriyeyê dagir kirine, wekî herêmên xwe dibîne û ne mimkun e radest bike.”

Sekreterê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê anî ziman ku rûdanên li Idlibê dê bandoreke mezin li ser Efrînê bikin.