حركة المجتمع الديمقراطي

Ji Komîteya Hindirîn a Tebqayê daxuyaniya operasyona li djiî hucreyên veşartî

143

Komîteya Hinidrîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi civîneke çapemeniyê, encamên operasyona li dijî hucreyên veşartî yên DAIŞ‘ê aşkere kir.

Civîna çapemeniyê li avahiya Komîteya Hindirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê pêk hat. Di civînê de Hevserokê Komîteya Hindirîn a Tebqayê Mezlûm Umer daxuyaniya têkildarî encamên operasyona leşkerî û ewlehî ya li dijî hucreyên veşartî yên çeteyên DAIŞ‘ê xwend.

Mezlûm Umer wiha got: ”

“Di demên dawîn de, li herêma Tebqa û gundewarên wê gelek bûyerên têkildarî ewlekariyê rû dan. Hin rêxistinên terorîst çalakiyên yên bi armanca derxistina tevliheviyê û têkbirîna ewlekariya herêmê zêde kirin. Piştî ku hêzên me yên ewlekarî û leşkerî tevgera wan şopandin, roja înê 7‘ê Îlona 2018‘an saet 4‘ê sibehê operasyoneke da destpêkirin û deverên ku xeterî li ser jiyana welatiyan û ewlekariya herêmê çêdikirin kir hedef.

Alîkariya welatiyan bi hêzên me yên ewlekarî û leşkerî balkêş bû. Welatiyan agahiyên girîng dida me, hişt ku hêzên me armancên xwe ser bixe.

Di çarçoveya operasyonê de hejmarek hucreyên veşartî yên komên terorîst hatin girtin û gelek çekên wan ên sivîk, navîn û giran hatin desteserkirin.

Terorîstan xwestin van çekan li dijî nuqteyên me yên ewlehî û leşkerî, bazar û cihên qarbaleq pêk bînin û komkujiyên mezin bikin. lê hêzên me hemû pilanên wan têk birin beriya ku bighêjin serî.

Hêzên me dê bi hemû hêza xwe çalakiyan xwe yên li hemberî kesên ku hewl bidin aramiya herêmê têk bibe, berdewam bike.

Herî dawî em alîkariya welatiyan spas dikin û soz dikin ku em operasyonên xwe yên li hemberî rêxistinên terorîst berdewam bikin. Ji ber ku mebesta me aramiya herêmê û azadiya welatiyan e.”