حركة المجتمع الديمقراطي

Ji bo avakirina desteyên Rêveberiya Xweser komîteyek hate erkdarkirin

71

Ferîd Etî got ji bo avakirina desteyên bingehên ên Rêveberiya Xweser wekî desteya rêveberî, zagonî û dadgehî komîteyek hate erkdarkirin, piştî sondxwarinê komîte dê yekser dest bi karê xwe bike.

Hevserokê Meclisa Giştî yê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etî ji ajansa me re axivî û wiha got: “Em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin peymana rêveberiyê pêk bînin û rêgeza wekhevî û dada civakî di navbera hemû pêkhateyên gelên herêmê de bi cih bînin.”

Etî destnîşan kir ku ev civîn wek civîna damezirînêr a Rêveberiya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê hesibandin û wiha pê de çû: ʺDi civînê de 70 endam ji bo meclisê hatin hilbijartin. Her wiha ji bo avakirina desteyên bingehîn ên Rêveberiya Xweser wekî desteya rêveberî, zagonî û dadgehî komîteyek hate erkdarkirin, piştî sondxwarinê komîte dê yekser dest bi karê xwe bike.ʺ

Di berdewama gotinên xwe de Etî diyar kir ku ji bo maclisên dada civakî dê kongreyek di navbera desteyên dada civakî yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û komîteyên dadê yên rêveberiyên herêmî de were lidarxistin û wiha pê de çû: ʺDi kongreyê de dê endamên dadê bên hilbijartin û ji aliyê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bê erêkirin.ʺ

Etî ragihand ku li gorî peymanê, Meclisa Giştî ji 13 endaman; 4 ji Cizîrê, 2 ji Firatê, nûnerek Reqayê, nûnerek Tebqayê, nûnerek Minbicê û 2 yên Dêrazorê pêk tê.

Ferîd Etî destnîşan kir ku ew ji bo pêkanîna rêgezên giştî yên peymanê û bicihanîna edalet û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê de dê bi rihê niştîmanperwerî bixebitin.

Ferîd Etî kî ye?

Parêzer Ferîd Etî ji kantona Kobanê ye. Di sala 2000`î de ji zanîngeha Helebê derdiçe û beriya 10 salan ve li Kobanê dixebite. Bi destpêka Şoreşa Bakurê Sûriyeyê ve di warê dada civakî de xebitî û yek ji damezirînerên Navenda Dad û Aştiya Civakî bû. Piştre wek endamekî Dîwana Dada Civakî ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê hate hilbijartin.

Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê, Ferîd Etî wek hevserokê Desteya Dadê hate erkdarkirin. Piştî salekê wek serokê Meclisa Dada Civakî yê kantonê hate hilbijartin.

Di nav xebatên avakirina rêveberiya xweser de, Ferîd ji bo bicihanîna rêgeza dad û aştiyê di nav civakê de kar kir û gelek saziyên lihevanînê yên kantonê û komîteyên darizandin û lêpirsînê li hemû herêm û navçeyên kantona Kobanê ava kir.

Herî dawî Ferîd Etî wek hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi erêkirina piraniya beşdaran hate hilbijartin.