حركة المجتمع الديمقراطي

Yekitiya Oldaran amadekariya konferanseke nû dike

131

Yekitiya Oldarên Îslamî ya herêma Cizîrê di çarçoveya amadekariya lidarxistina konferansa îslama demokratîk de ku tê payîn di dawiya vê salê de were lidarxistin, civîneke amadekar a berfireh ji Komîteya Civakî û Baweriyan a Bakurê Sûriyeyê re li dar xist.

Civîn li Salona Zana ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Di civînê de oldarên îslamî, xiristiyan û êzidî yên herêma Cizîrê, rewşenbîr, nivîskar û kesayetên serbixwe, endamên partiyên siyasî yên herêmê û şandeya şêxên Dêrazorê beşdar bûn. Di civînê de her wiha hevserokên Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso û Zelal Cîger û hevserokê Partiya Yekitiya Demokraîtk (PYD) Şahoz Hesen û bi dehan kesayetên din beşdar bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî û serkeftin ji civîna berfireh a oldaran re xwest. Hiso di axaftina xwe de diyar kir ku beşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê di vê civînê de civîn xemilandiye û rastiya hevgirtina pêkhateyên herêmê rave dike.

Hiso da zanîn ku ola îslamê ola civakê ye û xizmeta civakê û mirovahiyê armanc dike û wiha got: “Mixabin desthilatdar ola îslamê di berjewendiyên xwe yên siyasî û kesane de bi kar tînin. Şerên ku li Rojhilata Navîn rû didin sîstemên desthilatdar tê de olê bi kar tînin û şerê gelan dikin.”

Tirkiye di bin navê Îslamê de kuştin û talanê dike

Hiso destnîşan kir ku dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê ku îdiaya îslamiyetê dikin di bin navê ola îslamê de kuştin û talanê der heqê gelê Efrînê de dikin û komkujiyan di bin sîwana ola îslamî de der heqê welatiyan de pêk tînin. Hiso bang li hemû pêkhate û baweriyan kir ku xwe birêxistin bikin da ku li hemberî tunekirina gelan derkevin û li ber xwe bidin.

Piştî axaftina hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso dîwana civînê ji 5 kesan hate hilbijartin û di civînê de girîngiya hevgirtina oldaran hate gotûbêjkirin da ku metirsiyên li hemberî gelên herêmê bêne tunekirin.

Beşdarên civînê pêwîst dît ku divê oldar beriya serê salê konferansa xwe li dar bixin û rastiya ola îslamê di nava civakê de belav bikin.