حركة المجتمع الديمقراطي

Hejmara qurbaniyên êrîşa li Koyeyê gihîşt 16’an

204

Hejmara kesên di encama bombebarana rejîma Îranê ya li ser baregehên Hizba Demokrat a Kurdistan (HDKA) û Hizba Demokrat a Kurdistan a Rojhilat (HDK) a li Koyeyê de jiyana xwe ji dest dayîn gihişte 16’an.

Li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê îro li dijî baregehên Hizba Demokrata Kurdistanê-Îranê (HDKA) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) êrîş pêk hat. Berdevkê Tenduristiya Goyeyê Hewkar Elî ji Rojnewsê re aşkere kir ku heta niha 16 kesên jiyana xwe ji dest dayîn û 40 birîndar anîne Nexweşxaneya Lezgîn a Şehîd Xalîd a li Koyeyê.

Hewkar Elî diyar kir ku du birîndarên rewşa wan giran ji bo Hewlêrê û yek ji ji bo Silêmaniyê hatine veguhertin.