حركة المجتمع الديمقراطي

Çeteyên Tirkan 10 sivîl ji gundê Kurzêlê revandin

112

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hovîtiya xwe li dijî welatiyên Efrînê berdewam dikin. Dagirkeran herî dawî 10 welatiyên sivîl ên gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrewa revandin ku di nava wan de jinek jî heye û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çavkaniyeke pbawer ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê ji ajansa  ANHA’yê re ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wan ên di bin navê Tabûra Ehrar El-Şam de 10 welatiyên sivîl ên gund ku di nava wan de jinek jî hebû, revandin. Navên kesên hatine revandin wiha ne: Henan Şêrwayî, Ferhad Ebdo, Mûsa Ebdo, Mistefa Mehmûd, Zekî Îbiş, Henan Îbo, Ferîd Kalo, Mistefa Kalo, Zekî Kalo û Emîne Nûrî Ebdo.

Heman çavkanî diyar kir ku ev welatiyên sivîl piştî ku rastî gotinên kirêt û îşkenceyê hatin, ber bi cihekî nediyar ve birin û ji bo serbest bêne berdan pereyan ji malbat û xizmên wan dixwazin.

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete destdirêjî û kirinên xwe der heqê welatiyên Efrînê de hê jî bi hovîtî didomînin. Civaka navneteweyî jî li hemberî van destdirêjiyan hê jî bê deng maye.