حركة المجتمع الديمقراطي

Bi dehan çete malbatên xwe digirin û ber bi Tirkiyeyê ve direvin

198

Ji ber çalakiyên bi bandor ên şervanên YPG/YPJ’ê û Zexeba Zeytûnê yên li Efrîn bi dehan çete malbatên xwe girtine û ber bi Tirkiyeyê ve direvin.

Li gorî agahiyên ku çakvaniyên herêmî dane me, bi deha çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi riya qaçaçiyên girêdayî koma El-Hemzat û Ehrar El-Şam ji Efrînê ber bi Tirkiyeyê ve direvin.

Çavkaniyan ragihandin ku nêzî 20-50 çete û malbatên xwe ji ber çalakiyên bi bandor ên şervanên YPG/YPJ’ê û Zexeba Zeytûnê yên li Efrîn ber bi Tirkiyeyê direvin.

Beriya du hefteyan 300 çeteyên Ceyş El-Islam û Feyleq El-Rihman ji tirsa artêşa Tirk ji Efrînê reviyan.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çete ji tirsa artêşa Tirk a dagirker bi awayekî veşartî direvin û gotin, heger leşkerên Tirk çeteyek ditîn direve wî vedigerînin Efrînê û hezar û 700 dolar jê distînin.

Li aliyekî din çavkaniyekî bi navê (C. B) ji gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Mabatayê li ser zimanê serçeteyekî diyar kir ku çete ji bo reva bi ber Tirkiyeyê ve li qaçaxçan digirin.