حركة المجتمع الديمقراطي

‘MSD’ê nûnertiya me dike û sedema azarên gelê Sûriyê Tirkiyê ye’

196

Şêxê êla El-Bû Esaf Ubêd El-Hesan diyar kir ku hemû êlên herêmê, çareseriya siyasî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk pejirandine û got dewleta Tirk sedema hemû pirsgirêkên gelê Sûriyeyê ye.

Êla El-Bû Esaf yek ji mezintirîn êlên Ereb ên herêmê ne. li gorî serjimariyan nêzî 70 hezar kes in û piraniya wan li gundên Girê Spî bi cih bûne.

Şêxê êla El-Bû Esaf Şêx Ubêd Xelîl Xelef El-Hesan di hevpeyvînekê de bi ajansa me re rola siyasî û leşkerî ya êlên herêmê anî ziman.

Di destpêka axaftina xwe de Şêx Ubêd got: “Ewladên êlên herêmê destpêkê û heta beriya avakirina QSD’ê tev li refên YPG/YPJ’ê bûn. Di rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyeyê de weke Kobanê û Girê Spî rola wan hebû. Piştî avakirina QSD‘ê ku sîwana leşkerî ya herêmên Bakurê Sûriyeyê, em bi wan re û bi yek rêzî disekinin. Gelek ji ciwanên êla me xwîna xwe di ber xaka vê herêmê dane.”

Şêx Ubêd tekez kir ku êlên herêmê bi awayekî çalak di nava saziyên sivîl û leşkerî de dixebitin, bi taybet di nava MSD‘ê de û destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin danûstandina siyasî yên ku MSD’ê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêk tîne.

El-Hesen bal kişand ser rewşa êlan beriya demezrandina MSD’ê û wiha got: “Beriya avakirina MSD’ê, êl ne bi rêxistinkirî bûn. Lê piştî demezrandina MSD’ê êlên herêmê cihê xwe di meclis de girtin û MSD’ê nûnertiya me dike.”

Şêx Ubêd destnîşan kir ku dewleta Tirk sedema tekane ya hemû pisrgirêk û azarên gelên Sûriyeyê ye û Tirkiyê dixwaze tevna civakî û bi taybet bi dagirkirina Efrînê xirab bike.

Şêx Ubêd ji gelê Efrînê re got ew heta dawiyê bi gel Efrînê re ne.