حركة المجتمع الديمقراطي

Hêzên dagirker baceyan li welatiyan Efrînê ferz dikin

188

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker bace li niştecihên gundê Çeqla yê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ferz kirin û muhleta hefteyek da.

Çavkaniyekî herêmî ji ajansa me re diyar kir ku leşkerê û çeteyên koma Lîwa Sultan Silêman Şah a ser bi dewleta Tirkiyê ve bi bihaneya ku hêzên wan parastina şêniyan dikin bace li şêniyên gundê Çeqla yê navçeya Şiyê yê kantona Efrînê ferz kirine. Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan 2 hezar dolar wekî bace ferz li her malbatekê kiriye û ji bo dayîna baceyê hefteyek muhlet da.

Her wiha hate ragihandin ku kesên bace nede tê revandin û dê pereyan du qatî yê baceyê bide.

Çavkaniyekî din ji navçeya Şerayê dane zanîn ku çeteyên Furet Sultan Mûrad li firoşkarekî sotemeniyê ji bajaroka Meydankê xistin û sotemeniya wê desteser kirin.