حركة المجتمع الديمقراطي

Du malbatên musilman li mala Êzidiyan lihev hatin

194

Du malbatên musilman ku ji beriya mehekî şer kiribûn, bi hewlên Komîteya Lihevanînê evhatinê û endamên mala Êzidî, li Mala Êzidiyan a Serêkaniyê li hevhatin.

Li Serêkaniyê Komîteya Lihevanînê  malbatên musilman ên Abdulwahîd Heso Kurdî û Abdulbarî Sofî Elî li hev anîn. Lihevhatin li Mala Êzidiyan a Serêkaniyê pêk hat. Li gel ku herdu malbat musilman jî bûn, ji bo keda mala Êziidiyan a di pêvajoya lihevhatinê de, merasîma lihevhatinê li mMala Êzidiyan pêk hat.

Herdu malbatan ji beriya mehekî ji ber pirsgirêka li ser xaniyan şer kiribûn û di encama şer de ji her malbatekî 2 kes birîndar bibûn. Di encama kar û xebata Komîteya Lihevanînê de malbat lihev hatin. Mezinên malbatan, bi giştî nêzî dused kes tev lî merasîma lihevhatinê bûn.

Merasima lihevhatinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê nûnerê olî Mele Salih axivî. Mele Salih bi xêrhatina herdu malbatan kir û wiha got: “Xwedê aqil daye me ku em rêya şaştiyê berdin û rêya rastiyê bigirin. Ji ber ku aqilê mirov heye divê em başiyê biparêzin. Lê carnan xerîzeyên me me dibe rêya şaş. Her mirov dikevin rêya şaş. Şaşî ne şerme, ji wê şaşiyê vegerîn e. Mirovahî ew e ku mirov hevdu efû bike. Ji bo civak qedrê me bizane divê em hevdu efû bikin. İşallah xwedê tifaqa birayên me yên lihevhatin zêde bike.”

Hevserokê Meclisa herêma Serêkaniyê Luqman Îsa bi xêrhatina herdu malbatan kir û spasiya Komîteya Lihevanînê kir û wiha axivî: “Em vê nêzîkatiya aştiyê karek pîroz dibînin û ev karê pîroz li vê mala pîroz pêk hatî pîroz dibînin. Em hêvîdar in ku zarokên vî bajarî hertim bi biratî bijîn û spasiya we hemûyan dikin.”

Li ser navê PYD’ê Bekir Hecî jî da zanîn ku ew pir keyfxweşin ku hêza çareseriyê li cem wan çêdibe û wiha got: “Îro di vê şoreşê de şoreşa hişmendiyê çêdibe, ku em niha wek gelê musilman di Mala Êzidiyan de çêdikin. Ev şoreşek hişmendi ye. Îro em dibînin kesên din nav me de nînin û em pirsgirêkên xwe çareser dikin. Xwezî îro pirsgirêka Sûrî bi gelê bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bê ku destên biyanî bikevin nava pirsgirêka Sûrî. Em dîsan lihevhatina herdu malbatan pîroz dikin.”

Li ser navê herdu malbatan Ebdulwehîd û Ebû Siûd axivîn û diyar kir ku bûyera ku çêbûyî şaşitî ye. Ew Komîteya Lihevanînê spas dikin ku pirsgirêka di nava wan de çareser kirine.

Di dawiya merasima lihevhatinê de mala Êzidî şirînî li herdû malbat û mêvanan belav kirin.