حركة المجتمع الديمقراطي

Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerên li Qamişlo

224

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Qamişlo girêdayî şerê li bajarê Qamişlo yên di navbera hêzên wan û leşkerên rêjîma Sûriyeyê de daxuyaniyek da û têde diyar kir ku di encama şer  de 11 leşkerên rêjîmê hatine kuştin.

Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:

“Dewriyeke girêdayî hêzên rêjîma Sûriyeyê ku ji sê siwareyan pêk dihat îro derbasî deverên di bin serweriya hêzên me yên bajarê Qamişlo bûn û hejmareke welatiyên sivîl girtin. Dema ku di ber xaleke leşkerî ya hêzên me re derbas bû, leşkerên dewriya rêjîmê gule bi çekên sivik û navîn li endamên hêzên me barandin. Hêzên me bersiva êrîşa wan dan û di encamê de 11 endamên rêjîmê hatin kuştin û du kesên din biîrndar bûn. Di şer de her wiha 7 endamên me şehîd bûn û endamekî me yê din jî birîndar bû.

Em weke hêzên Ewlehiya Hundirîn a Qamişlo soz didin şehîd û gelê xwe ku em ê destkeftiyên şoreş û gelê xwe biparêzin û em soz didin ku li hemberî hemû êrîşên ji kîjan alî ve be ku destkeftiyên gelê me hedef digirin an hewl didin tevliheviyê derbixînin û aramiya welatiyan têk bibin, li ber xwe bidin.