حركة المجتمع الديمقراطي

Dagirker derketina şêniyên Efrînê asteng dikin

95
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ser şêniyên Efrînê derketina derve piştî saet 8`an asteng kir û got heger şênî vê yekê pêk neyînin dê hesab ji wan bixwazin.

Serçteyên koma bi navê El-Feyleq El-Salis a girêdayî artêşa tirk a dagirker şêniyên Efrînê û gundewarên hişiyar kirin ku piştî saet 20:00`an derketina derve qedexe ye û her kesê ku vê yekê pêk neyine  dê were girtin û hesab jê were xwestisn.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku çeteyên artêşa tirk bê ser û ber welatiyên Efrînê digrin û kesên ku li ser bendên kontrolê  derbas dibin nasname û telefonên wan ên destan desteser dikin.