حركة المجتمع الديمقراطي

‘Armanc ji avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xizmeta gel e’

110

Hevseroka MSDc Emîna Umer diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca yekitîya meclisên sivîl û rêveberiyên xweser di bin banê rêveberiyeke hevbeş de hate avakirin.

Hevseroka MSD`ê Emîna Umer ji ajansa me ANHA`yê re der barî avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê MSD`ê ve axivî. Emîna got MSD`ê di kongreya xwe ya 3`emîn de biryar girt ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca yekîtiya meclisan û rêveberiyên sivîl di bin sîwanek hevbeş de, ava bike.

Emîna Umer diyar kir ku rêveberî û meclisên sivîl di demên cûda hatin avakirin, hindek pirsgirêkên rêxistinî û rewşên xizmetguzarî hebû, ji ber wê hebûna rêveberiyeke hevbeş di navbera hemû rêvberiyan de pêwîstiyek bû, ji ber vê yekê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin.

Emîna Umer tekez kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi hemû hêza xwe di aliyê xizmetguzarî û hevkarî û kordîne di navbera meclis û rêvberiyan de di hemû aliyan de bixebite.

Emîna di axaftina xwe de got Hevserokên Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi hevkariya komîteya amadekar re Meclisa Rêveber di nava 21 rojî de ava bike da ku paşê komîteyên girêdayî rêveberiyê werin avakirin.

Hevseroka MSD`ê Emîna Umer di dawiyê de destnîşan kir ku ew ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re serkeftinê dixwaze û got ew bi hêviye ku avakirina Rêveberiya Xweser a hevbeş  bibe çareseriya hemû pirsgirêkên meclisên sivîl û rêvberiyên xweser.