حركة المجتمع الديمقراطي

Akademiya Tenduristiyê li bajarê Qamişlo hate vekirin

103
Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê, li gundê Hîmo yê bajarê Qamişlo Akademiyê Rojava ya Tenduristiyê vekir.

Bi armanca avakirina Akademiya Rojava ya Tenduristiyê li gundê Hîmo yê girêdayî bajarê Qamişlo merasîmeke hate lidarxistin.

Bi sedan şênî, gaziyên şer, nûnerên saziyan, partiyên siyasî û kadoriyên tenduristiyê beşdarî merasîm bûn.

Merazîm bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Dr. Hesen Emîn axivî û vekirina akademiya tenduristiyê li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û hêvî kir akademî bibin navenda avakirina bijîşkan.

Emîn got, “Em vekirina akademiyê bi awayekî fermî radighînin, em hewl bidin di vê akademiyê de beşa tenduristiyê li herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêş bixin.” Hesen Emîn destnîşan kir ku bi destpêka aloziya Sûriyeyê gelek doxtor derketin devere, bi vekirina vê akademiyê re valahiyê ku di aliyê tibî de heye dê were dagirtin û bikeve xizmeta civakê.”

Piştî axaftina Dr. Hesen Emîn, spasnameyên kedê li hejmarek bijîşîk ên ku di vekirina akademiyê de ked dane hatin belavkirin.

Pişt, koma Şehîd Rûken a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêx dilanên filklorî pêşkêş kirin. Her wiha helbestvanê Kurd Ferhadê Merdê hin helbestên şoreşgerî xwendin.

Merasîm bi stranên koma Botan a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo bi dawî bû, beşdaran li ber stranan govend gerandin.

Xwendikarên beşê tundurtiyê yên ku xwendina wan nîvco name û xwendidkarên nû dikarin xwendina di akademiyê de temam bikin.

Qeydkirina navên xwendekaran dê piştî du rojan dest pê bike.