حركة المجتمع الديمقراطي

YPG: Li Efrînê 4 çete hatin kuştin

107

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê encamnameya çalakiyên xwe yên hefteya borî li Efrînê aşkera kir. Navendê ragihand ku di çalakiyan de 4 çete li Efrînê hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê encamnameya çalakiyên hefteya borî bi daxuyaniyekê aşkera kir. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Ji çapemenî û raya giştî re!

Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de li Efrînê hêzên me çalakiyên xwe yên li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê didomînin.

1- Di 3’yê Îlonê de hêzên me li gundê Meryemînê yê girêdayî navçeya Şera li hemberî siwareyeke leşkerî ya girêdayî koma çete ya bi navê Lîwa El-Şemal ku çar çete tê de bûn, çalakiyeke bibandor pêk anî. Di encama çalakiyê de siware bi temamî hat rûxandin û 4 çeteyên tê de, hatin kuştin. Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne; Ebdilkerîm Şihade – Hums, Dîbo İsmael – Heleb, Omer Heşeş – Idlib, Mihemmed Mistefa – Minix.

2- Me di daxuyaniya xwe ya 4’ê Îlonê de ji raya giştî re ragihandibû ku di çalakiyên hêzên me yên ku 3’yê Îlonê li navenda bajarê Efrîn û gundewarên Şêrawa hatin lidarxistin û di encamê de tevî serçeteyekî 15 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatibûn kuştin. Hate piştrastkirin ku 4 kes ji wan leşkerên artêşa Tirk a dagirker in.”