حركة المجتمع الديمقراطي

Sîham Qeryo û Ferîd Etî bûn hevserokên Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

140

Sîham Qeryo ji pêkhateya Suryan û Ferîd Etî ji pêkhatey Kurd ên Kobanê weke hevserokên Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hilbijartin.

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) civîna xwe li navenda MSD’ê ya navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî bi armanca avakirina Rêveberiya Xweser a hevbeş ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Piştî ku axaftinên di civînê de bidawî bûn, Sîham Qeryo ji pêkhateya Suryan û parêzer Ferîd Etî ji bjaarê Kobanê weke hevserokên Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hilbijartin. Di civînê de her wiha 5 endamên Dîwana Giştî ya Meclîsa Giştî hatin hilbijartin.