حركة المجتمع الديمقراطي

Ebû Erac: Divê sivîlên Idlibê ji êrîşên muhtemel bên parastin

269
Cîgirê Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Siwarê Ebû Erac îşaret pê kir ku giraniya civîna sêalî (Îran, Rûsya û Tirkiye) ku dê li Tehranê pêk were, li ser lihevanîna komên çekdar ên li Idlibê û rêjîma Sûriyeyê be û got pêwîst e sivîl ji şer û êrîşên muhtemel bêne dûrxistin.

Cîgirê Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Siwarê Ehmed Sultan (Ebû Erac) der barê geşedanên dawîn de, bi taybet lihevkirinên navdewletî li ser Sûriyeyê û rewşa Idlibê, ji ajansa me re axivî.

Ebû Erac diyar kir ku bajarê Idlibê girîngiyeke xwe ya zêde heye, gelek hêzên derve di ser Idlibê re planan çêdikin û wiha got: “Li parêzgeha Idlibê derdora 4 milyon kes hene, piraniya wan ji herêmên din ên Sûriyeyê ne. Em dibînin ku cîhan di tevgerê de ye da ku herêma herî dawî ya li Sûriyeyê ku şer lê heye bi rengekî siyasî çareser bike. Wekî min bi bîr xist, bajarê Idlibê hejmarek mezin ji sivîl û komên çekdar dihewîneʺ

Der barê civîna sêalî de ku tê payîn sibê li Tehranê pêk were, Ebû Erac destnîşan kir ku bala cîhanê li ser vê civînê ye ku di navbera Îran, Rûsya û Tirkiyeyê de dê pêk were û wiha pê de çû: “Beriya ku ev civîn pêk were hikumeta Tirkiyeyê li Enqereyê bi fermandarên komên çekdar ên li Idlibê re hevdîtin kirin, da ku li ser hin mijaran li hev bin, şandeya Tirk dê encamên vê hevdîtinê di civîna sêalî de parve bike. Wekî çawa Rûsya û Tirkiye bi hinceta parastina sivîlan dikarîbû hin komên çekdar li hin herêmên Sûriyeyê bide îqnakirin ku bi rêjîmê re li hev bike, texmîn dikin ev yek dê li Idlibê jî sînordar be. Îhtîmal heye ku mijara sereke ya civîna sêalî îqnakirina komên çekdar e ku bi rêjîmê re li hev bike û li gel wan koman li dijî Cebhet El-Nusra, Heyet Tehrîr El-Şam û El-Qaîdeyê bisekinin.”

Ebû Erac diyar kir ku divê meseleya Idlibê bi rêya siyasî were  çareserkirin û ev yek bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî pêk were û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Destpêkê divê herêm ji komên çete were paqijkirin û şer were rawestandin, paşê pêvajoya çareseriya siyasî were destpêkirin ku aramî li tevahiya Sûriyeyê pêk were.”