حركة المجتمع الديمقراطي

Ji welatiyên Qamişlo banga xwedîderketina li Ramîn Penahî

112

Welatiyên bajarê Qamişlo bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku destwerdana xwe ya lezgîn bikin û rê li pêşiya bidarvekirina çalakvanê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî bigirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo îro li pêşiya buroya Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo kom bûn û bang kir da ku rê li pêşiya bidarvekirina çalakvanê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî bê girtin.

Welatiyên Qamişlo di kombûna xwe de pankartên bi sê zimanan; kurdî, erebî û îngilîzî bilind kirin. Welatiyan di kombûna xwe de dirûşmên şermezarkirina dewleta Îranê qîriyan û banga rawestandina darizandina Ramîn Hisên Penahî kir û durişmên wekî “Kujer Melalî” û “Bijî berxwedana zindanan” bilind kirin.

Şandeya welatiyan ku ji nûnerên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo û Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê û Yekitiya Parêzerên a Cizîrê û Kongreya Star li pêşiya navenda Netewên Yekbûyî daxuyaniyeke hevbeş da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îro em di bîstikeke dîrokî ya hestiyar de ne. Rêjîma Melalî ya Îranê amadekariya darizandina bi darvekirinê derheqê çalakvanê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî dike. Rêjîma Îranê beriya niha jî bi dehan çakavan û siyasetmedarên Kurd ên Rojhilata Kurdistanê bi darve kirin. Ev rêbazên Îranê ne ji xwe berê hatiye, lê belê siyaseteke şovenîst dide meşandin û ji Îranê dest pê dike û di Iraqê re derbas dibe û Tirkiye jî heman siyasetê der heqê gelê Kurd de dide meşandin. Her wiha rêjîma Sûriyeyê jî xwe dispêre heman siyasetan. Ev sîstemên dîktator, her çiqas di gelek dosyeyan de bi nakok bin, lê li dijî gelê Kurd dibin yek.

Gelê Kurd têkoşîneke bê hempa da meşandin û li ser riya azadiya xwe gelek cangorî feda kirin. Berxwedana gelê Kurd li hemberî terorê û amûrên wê di Sûriyeyê de nîşana vê lehengiyê ye û xwedispêre dîroka fedekariya gelê Kurd ji bo wergirtina mafên xwe yên demokratîk.

Gelê Kurd li hemberî sîstemên dîktator ên herêmê berxwedaneke bêhempa da meşandin û bi taybet li bakurê Kurdistanê. Dewleta Tirk ji bo vê berxwedanê bişkîne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girt û ji hemû mafên wî tecrîd dike. Gelê Kurd berxwedana xwe heta dawî didomîne. Bê guman erşa desthilatdarên weke Erdogan, Rûhanî û Ebadî dê were hilweşandin ku der heqê mirovahiyê de sûcdariyên qirêj pêk tînin.

Gelê Kurd di heman dema ku roja aştiyê ya cîhanê pîroz dike de bi lehengî li hemberî teror û amûrên wê û fînansekar û alîkar û çêkerên wan li ber xwe dide, yên weke Erdogan û Rûhanî.

Em bang li rêxistina Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên hiqûqî û mirovahî dikin ku destwerdana xwe ya lezgîn bikin û rê li pêşiya vê hovîtiya Îranê bigirin û nehêlin bidarvekirinên xwe berdewam bike.”

Şandeya welatiyan piştre peyameke girêdayî heman mijarê radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî yên bajarê Qamişlo kir. Rayedarên Neteweyên Yekbûyî jî ji aliyê xwe ve diyar kir ku wan peyama welatiyan gihandiye aliyên têkildar.