حركة المجتمع الديمقراطي

‘Hêviya min ew e ez wî careke din bibînim’

110

Dayika Gultan 3 caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye. Dayika Gultan destnîşan kir ku fikr û şêwaza nîqaşên wî bi xwe dibistanek in. Her wiha diyar kir ku Ocalan tekane kes e ji bo azadiya jinan ji zîhniyeta mêrdestiyê tê koşiyaye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema serdana Sûriyeyê kiribû, bi gelek şêniyan re civiya. Dayika Gultan Mihemed ji bajarê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê ye. Niha dayika Gultan li navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê niştecih bûye. Dayika Gultan 3 caran bi Rêberê Gelê Kurd re rûniştiye.

Dayika Gultan hevdîtinên xwe bi Ocalan re wekî xewneke pêkhatî şayesand û wiha pê de çû: “Di sala 1994’an de cara yekemîn ez bi rêber re civiyam. Ez gelekî bi heyacan bûbûm.”

Dayika Gultan destnîşan kir ku Ocalan her tim pirsa rewşa gel di bin serweriya pergalên desthiltdar ên ku vîna gelan diçewisînin pirs dikir û wiha domand: “Her gotineke Ocalan dersek e ku divê mirov jê sûdê wergire.”

Di berdewama axaftina xwe de dayika Gultan got Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji bo azadiya jinan ji zîhniyeta mêrdestiyê tê koşiya û hê jî tê dikoşe û wiha domand: “Di hevdîtinên min bi rêber re her tim behsa azadiya jinan û çawa jin dikarin xwe ji zîhniyeta mêrdestiyê ku pergalên desthilatdar ferz kirine, xilas bike, dikir. Wê demê em tê nedigihîştin, lê niha û piştî Şoreşa Rojava me nas kir ku Rêber digot çi.”

Heta azadiya Ocalan em ê tê bikoşin

Di dawiya axaftina xwe de dayika Gultan tecrîda ku li ser Rêber Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye ferzkirin, şermezar kir û tekez kir ku armanca tecrîdê dûrxistina fikrên Ocalan ji gelên ku fikr û felsefeya Ocalan ji xwe re kirine bingeh e û wiha got: “Em bi Ocalan re dirust in û heta azadiya wî em ê tê bikoşin. Hêviya min ew e ku ez wî cara 4’emîn bibînim.”