حركة المجتمع الديمقراطي

Hesen Koçer: Dagirkirina Tirkiyê Sûriyeyê parçe dike

200

Hesen Koçer destnîşan kir ku pêşeroja Idlibê dê bandoreke mezin li ser tevahî Sûriyeyê bike û anî ziman ku dagirkirina Tirkiyê li Sûriyeyê tê wateya parçekirina xaka Sûriyeyê.

Rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hesen Koçber di hevdîtineke xwe de li gel ajansa me nirxandin li ser rûdanên dawîn ên li ser asta Sûriyeyê kir.

Armanca Rûsya komên çete tune bibe

Koçer, bal kişand li ser pilana Rûsiya li Sûriyeyê û wiha got, “Pilana Rûsya komên çete li herêmeke kom bike û wan tune bike. Li ser vê yekê komên çete li Idlibê kom kirin, ji ber ku çete nikarin beşdarî projeyeke siyasî têkildarî pêşeroja Sûryeyê bibin.”

Hesen Koçer di nava axaftina xwe de anî ziman, ku komên çekdar ên li Idlibê dibe ku li gorî îtîfaqên lihevkkirinê mîna li Derayê xwe radest bikin û wiha domand, “Komên çekdar ên niha li Idlibê dê li gorî lihevkirinan teslîm bibin, ji ber ku destpêkê li Dera, Şam û Helebê jî xwe radest kirin û li gorî siyasetên dewleta Tirk tevdigerin. Ev yek dide diyarkirin ku lihevkirinên Astanayê wateya xwe winda kir û dê li Idlibê bi dawî bibe.”

Tirkiyê hewl dide aloziya Sûriyeyê kurtir bike

Koçer daxuyakirin ku Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve hewl dide aloziya kurtir bike û projeya demokrasiyê asteng bike, lewra jî destek da komên çete yên mîna Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê, her wiha naxwaze ku herêm dîsa bikeve bin kontrola rêjîma Sûriyeyê.

Hesen Koçer, her wiha destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide raya giştî bi têkiliyên xwe yên bi komên çete re bixapîne û ev wiha bi lêv kir, “Tirkiyê Cebhet El-Nusra xist lîsteya terorê, da ku raya giştî bixapîne û bide diyarkirin ku Tirkiyê li dijî terorê ye, ji ber ku komên çete nema fermana Tirkiyê ya xwe radestkirinê qebûl nake, lê heger ev komanan bi ya Tirkiyê kiriba helwesta Tirkiyê dê cud ba.”

Hesen Koçer di berdewama axaftina xwe de, pêşeroja Idlib nirxand û got, rewşa Idlibê bi hesanî nayê çareserkirin, du îhtîmal hene, yek lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê ku komên çete îqana bikin ku xwe radestî rêjîmê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe, ”

Di vê der barê de, dê çete li Efrîn û Babê werin komkirin, ji xwe Tirkiyê vê yekê dixwaze, ji ber ku hebûna çeteyan li Babê destekê dide projeya Tirkî li Minbicê, her wiha hebûn wan a li Efrînê pêngava rizgarkirinê asteng dike.

Îhtîmala dudyan jî heke lihevkirinên siyasî bi sernektin, îhtîmala herî mezin wê şer be, ev dê dirêj bike, ji ber ku komên li wir tebîrên xwe yên leşkerî girtine, îhtîmal heye ku komkujî li bajar bike, nameze ku tê îdîakirin ku çekên kîmyewî hene.”

Hesen Koçer, destnîşan kir ku rewşa Idlibê dê bandoreke mezin ne tenê li ser Efrînê li ser Bakurê Sûriyeyê bike, ji ber ku Idlib dikeve bakurê Sûriyeyê û rizgarkirina wê ji dagirkeriya Tirkiyê tê wateya rizgarkirina Bab, Cerablus, Raî û Efrîn jî.

Tirkiyê Sûriyeyê parçe dike

Koçer dibîne ku pilanên mayîna Tirkiyê di Sûriyeyê de dipejirîni, tê wateya parçekirina Sûriyeyê ku her hêzek dê parekê bigire û ev tişt got, “Tekane hilbijara li hemberî parçebûnê yekitiya gelê Kurd e û pêşxistina projeya demokratîk a ne navendî ye, ji bilî vê yekê tu çareserî nine.”

Endamê TEV-DEM‘ê di dawiya axaftina xwe de bang li Efrîniyên li Şehbayê kirin ku di her aliyan de xwe bi rêxistin bikin û got, şêniyên Efrînê biryara xwe ya rizgarkirina Efrînê dane.