حركة المجتمع الديمقراطي

Piştî kongreya 3‘yemîn a TEV-DEM ‘ê dê mekanîzmeya xebatên meclis, komîn û saziyan çawa be?

181

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di kongreya xwe ya sêyemîn de biryara xurkirin û berfirehkirina xebatê da û dê li gorî biryarên kongreyê dest bi xebatên rêxistinkirina hemû beşên civakî di nava saziyên civaka sivîl debike. Her wiha dê erkên meclis û komînan radestî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bike.

Di vê raporê de, em ê balê bikşînin li ser mekanîzmeya nû ya xebatên meclis, komîn, sazî, partiyên siyasî û Hêzêna Parastina Civakî (HPC) ku TEV-DEM‘ê di kongreya xwe ya sêyemîn de girtibûn.

Beriya kongreya sêyemîn, sedem û guhertin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji dema hatî damezirandin 3 kongre li dar xistine. Tevger li ser bingehê birêxistinkirin û avakirina civakeke exlaq û  polîtîk û zane kar û xebatê dimeşîne.

TEV-DEM li gorî pêşketinên ku rû dide pergala xwe ya rêxistinî saz dike. Di vê çarçoveyê de, piştî serkeftinên ku li Bakurê Sûriyeyê di her qadan de rû dane, hewcedarî bi guhertinek nû dît. Li ser vî esasî dît ku xwe bighîne hemû beşên civakê, herêmên nû hatine rizgarkirin û sazbûyînê ava bike.

TEV-DEM‘ê Kongreya xwe ya sêyemîn 27‘ê Tebaxa îsal li dar xist.

TEV-DEM‘ê di kongreya xwe ya sêyemîn de ku li navenda Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan li dar xistibû, rêzikname û pergala xwe ya rêxistinî guhertin ku giraniya xebata xwe dibe perwerdekirin û pêşxistina civakî, her wiha biryarên girîng di aliyê civakî û siyasî û parastin derxist. Di vê çarçoveyê de erkên rêveberkirina kom û meclisan radestî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin kirin.

Avakirina meclisa tevgerê gava yekemîn e ber bi rêxistinkirina civakê û reveberiya saziyên sivîl

TEV-DEM di kongreya xwe ya sêyemîn de meclisa xwe ku ji hevserok û 64 endaman ji hermên Bakurê Sûriyeyê pêk dihat ava kir. Tevger bi avakirinê meclisê dê dest bi xebatên xwe yên rêxistinkirina civakê bike. Her wiha xebatên rêxistinkirina karûbarên saziyên didomîne û xwe dighîne beşê parêzer, pîşesaz, rojnamager, jin, dermanfiroş û hwd.

Mekanîzmeya nû ya karê meclis, komîn

Ji destpêka damezirandina TEV-DEM‘ê ve, meclis û komîn erka tevgerê bûn, ku tevger li ser avakirin û birêxistinkirina komîn û meclisan disekinî, tevgerê di kongreya xwe ya sêyemîn de biryar derxist ku xebatên meclis û komînan rastî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bikin, rêveberî dê pêwîstiyên wan pêk bîne.Dîsan jî tevger dê di pêşxistina komîn û meclisan de di aliyê perwerdeyê de cih bigre.

Têkildarî saziyê ku radestî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatine kirin, dê di nava desteyên de xebatê bikin, mîna Meclisa Malabtên Şehîdan dê di girêdayyî Desteya Karûbarên Malbatên Şehîdan be.

Rewşa partiyên siyasî

Ji herêmên Bakuarê Sûriyeyê 5 partiyên siyasî di nava TEV-DEM‘ê de cih digirin. Partî ev in; Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Aştiya Kurdistanê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyeyê (Partî)li gorî biryarên konferansa sêyemîn a TEV-DEM‘ê ev partî ji tevgerê cuda dibin û serbixwe karê xwe li gorî bingehê Netewa Demokratîk dê pêk bîne.

HPC‘ê êdî girêdayî TEV-DEM

Hêzên Parastina Civakî (HPC), ji aliyê şêniyên tax û bajaran ve hatin avakirin, hêza behsa mijarê bi dildarî li gel Hêzên Asayîşê re parastinê dike û rizgarkirina gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê de roleke mezin list. Di konferansa dawîn a TEV-DEM‘ê de biryar hate girtin ku HPC di bin sîwana TEV-DEM‘ê karê xwe berdewam bike.

Pilansazî

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso di hevdîtineke xwe de li gel ajansa me ANHA‘yê projeyên tevgerên ji bo dema pêşê aşkere kir û wiha axivî; “Di kongreya sêyemîn de biryar hat girtin ku xebatên tevgerê li tevahî herêmên Bakurê Sûriyeyê werin berfirehkirin û xurtkirin . ji ber ku tekane tevgere ku civakê bi rêxistin dike, her wiha bi oldar û rûspiyan re têkikiyên xwe xurt bike. Li aliyekî din jî semîner û panêlan ji bo danasîna tevgerê li dar bixe.”

Xerîb Hiso, destnîşan kir ku komîte û saziyên sivîl ku berê girêdayî TEV-DEM‘ê radestî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin kirin.”