حركة المجتمع الديمقراطي

Li Minbicê, panêla rewşa dawîn a Sûriyeyê

157

Panêla Lêkolînan a Furatê têkildarî rewşa heyî li Sûriyeyê û pêşerojê herêmê bi tevlêbûna kesayetên siyasî, leşkerî , civakî û çandî panêlek organîze kir.

Dîwana panêlê ji Serokê navenda Furat a Lêkolînan Nasir Hac Mesnûr, Berdevê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervanê Derwîş, Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan, lêkolînerên şûnwaran û endamê Panêla Furat a Lêkolînan Yasir Şohan, endamê Desteya Weşanê ya Kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk Silêman Mehmûd û Endamê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî pêk diha.

Piştî rêzgirtinê deriyê nîqaş û pirsan hate vekirin. Di nîqaşê de Serokê Partiya Sûriyeyê Pêşerojê Îbrahîm Qeftan armancê partiyê destnîşan kir û got, partî herêmekê tenê sînordar nek, partiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye, armanca wê aloziya Sûriyê bi tevlêbûna hemû pêkhateyên wê were çareserkirin.

Ji pirsên ku ji endamên dîwanê hatin kirin, gelo dê QSD‘ê tev li artêşa Sûriyeyê bibe? Endamên dawanê tekez kirin ku, “Hêzên Sûriyeyê Demokratîk amade ye tevahî axa Sûriyê û gelên wê biparêze, di dema heyî de niyeta wê tuneye ku tev li tu hêzê bibe, ev pirs dê di danûstandinên bi rêjîmê re diyar bibe. Lê dîsa jî ev hêz dev ji armanca xwe ya parastina gelê Sûriyeyê bernade.”

Li ser pirsa; Meclisa Sûriyeya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê çi guncaw dibe û amade ye ku ti hêzên din re danûstandinan bike, hate gotin ku Meclisa Sûriyeya Demokratîk danûstandinên Sûrî- Sûrî wekî çareseriya herî guncaw ji bo aloziyê û bidawîbûna şerê navxweyî dibîne, MSD‘ê amade ye ku bi her aliyekî bi bi cîdî ji bo çareserkirina aloziyê bixebite diyalogan bike.