حركة المجتمع الديمقراطي

Ji YPG`ê çalakî: 15 çete hatin kuştin

125

YPG`ê têkildarî çalakiyên şervanên xwe di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de daxuyaniyeke nivîskî ji bo raya giştî da û diyar kir ku 15 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemiye ya YPG`ê têkildarê çalakiya şervanan li navenda Efrînê û gundewarên wê daxuyaniyeke niviskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê de yekîneyên me bi rêzeçalakiyên bi bandor derbên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin. Agahiyên der heqê çalakiyên ku li navenda Efrîn, bejahiya wê û gundewarên navçeya Şêrawa hatin lidarxistin wiha ne;

1- 3’yê Îlonê hêzên me li hemberî baregeheke koma çete ya bi navê el-Şam ya ku li gundê Xalta yê girêdayî Efrînê ye, çalakiyek li dar xist. Di encama pevçûnên sîng bi sîng ên ku demek dirêj berdewam kirin de, baregeh bi temamî hate rûxandin. Di çalakiyê de 6 çete hatin kuştin lê der heqê hejmara birîndaran de agahiyên zelal bi dest neketin.

2- Di heman şevê de ji aliyê hêzên me ve li ser rêya Tirindê ya girêdayî Efrînê li hemberî seyareyeke eniya el-Şam ku dixwest weke teqwiye biçe cihê çalakiyê, çalakiyeke kemînê hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de seyare bi temamî hat rûxandin, yek jê serçete 5 çete hatin kuştin.

3- Heman rojê yekîneyên me bi awayekî hemwext li herêma di navbera gundên Gobelê û Basilê yên girêdayî navçeya Şêrawa de, seyareyeke din ya leşkerî hedef girt. Di encama çalakiya sabotajê de 4 çete hatin kuştin.

Di encama çalakiyên ku hatin lidarxistin de serçeteyê Tûgaya 23’yemîn Ehmed Semîr Birîer jî di nav de bi giştî 15 çete hatin kuştin, bi dehan çete birîndar bûn. Piştî çalakiyan, tevgera zêde ya balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li herêmê hat dîtin. Her wiha qad ji alî artêşa dagirker ve bêserûber hate gulebarankirin.

Yekîneyên me yên ku çalakî li dar xistin, bi awayekî ewle vegeriyan baregehên xwe.”