حركة المجتمع الديمقراطي

Bi dehan çete û malbatên xwe ji Efrînê direvin

178

Ji ber çalakiyên Xezeba Zeytûnê, YPG û YPJ‘ê yên li djiî hêzên dagirker li Efrînê îro bi dehan çete tevî malbatên xwe ji Efrînê ber bi Tirkiyê ve reviyan.

Li gorî çavkaniyekî pê bawer ji herêma Cindirêsê ya girêdayî kantona Efrînê, nêzî 50 çeteyî tevî malbatên xwe li nêzî mala Kîng li gundê Axçelê yê girêdayê herêma Cindirêsê kom bibûn da ku ji wê derê ber bi Tirkiyê ve birevin.

Çavkanî tekez kir ku reva çeteyan a ber bi Tirkiyê ve piştî çalakiyên YPJ, YPG û Odeya Xezeba Zeytûnê pêk hat.

Hêjaye bi bîr xistinê ye ku ev ne cara yekê ye ku çete û malbatên xwe ji Efrînê direvin. Beriya niha ajansa me ANHA`yê li gorî çavkaniyan diyar kiribû ku çete bi hemû awayî hewil didin ji Efrînê ber bi Tirkiyê ve birevin.