حركة المجتمع الديمقراطي

YPG: Li Racoyê 2 çete hatin kuştin

176

Navend Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê der barê çalakiya xwe li Racoyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku 2 çeteyên girêdayî artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê der barê çalakiya xwe li Racoyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê de, hêzên me çalakiyên xwe yên li hemberî komên çete û artêşa Tirk a dagirker didomînin.

Di 31’ê Tebaxê de yekîneyeke me li hemberî koma çete ya bi navê Cebhet el-Şamiye ya li Raco çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên bi navên Nîzar el-Xalî û Xalid el-Mifleh hatin kuştin.”