حركة المجتمع الديمقراطي

‘Tirkiyê ji bo mayîna xwe li Sûriyê dirêj bike tawîz çi be wê bide‘

136

Endamê TEV-DEM‘ê Şemsedîn Mele Îbrahîm anî ziman ku Tirkiyê li beramberî mayîna xwe li Sûriyeyê gelek tawîzan dideû tekez kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê projeya li Bakurê hatiye pêkanîn modêle.

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Hesekê Şemsedîn Mele Îbrahîm got, Tirkiyê neçar dimîne ku şerê çeteyên xwe yên ku demên berê destek didayê, bike li beramberî ku kurd neghêjin mafê xwe.

Şemsedîn Mele Îbrahîm, di hevdîtineke xwe de li gel ajansa me li ser mijara li hevkirinên Rûsya-Tirkiyê wiha bi lêv kir, ” Berê berjewendiyên Tirkiyê û Rûsya li Rojhilata Navîn li hev nedihatin, lê niha ne wisa ye, em niha dibînin ku berjewendiyên wan li hev tên, Rûsya bi riya Tirkiyê berjewendiyên xwe pêk tîne, Erdogan jî hemû hewldanan dike da ku kurd mafê xwe bi dest nexin û sîstem xwe ya demokratîk li Bakurê Sûriyeyê pêş nexin û ji bo ev yek pêk tazîmat çi be ew bike.”

Mele Îbrahîm di nava axaftina xwe de bal kişand ku, Erdogan dixwaze serdema dewleta Osmanî zindî bike, Bakurê Sûriyeyê, Kerkûk û Mûsilê wekî herêmên Tirkî dibîne û wiha pêde çû, ” Ne mumkine xeyalên Osmanî pêk werin, di heman demê de ev tişt ji bo Îranê ye jî, ji ber ku Îran jî hewl dide serweriya xwe li Rojhilata Navîn ferz bike, ji Tehran bigire heya Beyrûtê, lewra rêjîma Sûriyeyê diparêze. Ji aliyekî din de jî Rûsya dixwaze bibe hêza duyemîn li cîhanê piştî Amerîkayê, ji bo vê armancê pêk bîne ji Sûriyeyê dest pê kiriye.”

Mele Îbrahîm lihevkirinên rêjîmên Sûriyiê, Tirkiyê, Rûsya û Îranê îtîfaqên demekî li ser esasê berjewendiyan  bi nav kir û wiha dom da axaftina xwe, “Çavê her kesî Idilbê ye, Rêjîm dixwaze bi desteka Rûsiya û Îranê serweriya xwe li herêmê vegerîne, li vir ê binketî dîmîne Tirkiyê ye, ji ber ku texmîn dikir ku dê Sûriyeyê li hemberî çeteyên wê têk biçe.”

Tirkiyê gelek tawîz dan da ku hebûna xwe li Sûriyê dirêj bike

Mele Îbrahîm destnîşan kir ku, Tirkiyê ji bo mayîna çeteyên xwe li Idlibê dirêj bike gelek tawîz dane Heleb li berambrî Cerablus û Xûta li hemberî Efrînê.

Şemsedîn Mele Îbrahîm axaftina xwe wiha domand, “Tirkiyê piştî demekê komên çete yên Cebhet El-Nusra xist lîsteya terorê, piştî ku nema dikarî çeteyên xwe îqna bike ku xwe bi xwe tune bike. Li ser vê yekê neçar ma bi rêjîma Sûriyê, Îran, Rûsya re El-Nusra tune bike.”

Endamê TEV-DEM‘ê Şemsedîn Mele Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku hemû nakokî îstbat dike ku sîstema li Rojava û Bakurê Sûriyeyê hatiye pêkanîn, sîstemek demokratîk e, ev sîstem dermanê çareserkirina aloziya Sûriyeyê.”