حركة المجتمع الديمقراطي

Erdogan bang li dewletên Tirk kir ku danûstandinê bi dolar nekin

113

Li rex ragihandina belgeya agahiyên aborî ya meha Tebaxê, Erdogan bang li dewletên ku bi zimanê tirkî diaxivin kir ku danûstandina xwe ya bi dolar rawestînin.

Li gorî lêkolîneke Bloombergê, guman e lîreyê Tirkiyeyê li rex ragihandina belgeya agahiyên aborî ya meha Tebaxê rastî bîstikên dijwar were. Aborînasan guman kir ku pêngaveke mezin di rêjeya mezinbûna darayî ya Tirkiyeyê de pêk were ku ji sedî 17 li ser bingeha salane derbas bike.

Li gorî heman lêkolînê ku encamên xwe duh belav kirine, sedema sereke ya li paş paşveçûna lîreyê Tirkiyeyê ew e ku banka navendî ya Tirkiyeyê rakirina nirxa qezencê red kir da ku rê li pêşiya buhabûnê bigire.

Dibe ku agahiyên ku guman e îro bêne aşkerakirin diyar bike ku çêkerên siyasetê yên Tirk wekî tê xwestin tev negeriyane da ku rê li pêşiya mezinbûna darayî bigirin.

Daxuyaniyên serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan duh li paytexta Qirgizistanê Bîşkekê dane rewşa aloz dijwartir dike, nemaze israr dike ku sedema aloziyê “komployeke dewletên rojavayî ye û li dijî aboriya Tirkiyeyê ye”. Bi vê yekê nîşan dide ku dermanên pêwîst ji bo rêgirtina li pêşiya hilweşandina aborî red dike.

Erdogan dema ku bi karsazan re diaxivî Amerîka wek dirinde bi nav kir û ragihand ku Tirkiye hewl dide danûstandina bi dolar re rawestîne.

Di lûtkeya meclisa dewletên hevkar ên bi zimanê tirkî diaxivin ku li bajarê Şolpon-Ata yê Qirgizistanê tê lidarxistin, Erdogan bang li van dewletan kir ku dest ji danûstandina bi dolar berdin û di hesabên bazirganî de darayiya niştimanî bi kar bînin.

Erdogan wiha got: “Divê em fêm bikin ku xwespartina bazirganiya navneteweyî ya dolar yek ji asteniyên li pêşiya wê ye. Divê xebatên ji bo veguhestina bazirganiyê ber bi diravên niştimanî ve bê zêdekirin û ev mercekî girîng ê geşbûnê ye.”

Ji destpêka îsal ve ji ber siyasetên aborî yên hikumeta AKP’ê ya bi serkêşiya Recep Tayyîp Erdogan lîreyê Tirkiyeyê bi qasî ji sedî 40 ji nirxê xwe li hemberî dolar kêm kir.