حركة المجتمع الديمقراطي

Biryarên navdewletî di mijarên girêdayî Kurdan de qanûnan paşguh dikin

210
Dewleta Tirk di nav bêdengiya navdewletî de, bi hemû şêwazan hewl dide dîroka gelê Kurd bitemîrine. Heta gihaşt asta hiweşandina kevntirîn şûnwarên dîrokî li bakurê Kurdistanê Heskîfê û dê wê bixe bin avê.

Li gorî biryarên navdewletî her êrîşeke bizanebûn û rûxandina cihên dîrokî, wek sûcekî şer tê hesbandin.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê biryara binavkirina Heskîfa dîrokî ya girêdayî parêzgeha Batmanê a bakurê Kurdistanê da. Ev nakokî 13 salan berdewam kiribû. Dadgeh avakirina bendava Ilisûyê û stasyona kehroavî li herêmê qebûl kir. Erdogan dema ku serokwezîr bû û di 2006’an de û bi armanca çewisandin û qirkirina hemû şûnwarên girêdayî gelê Kurd, kevira bingehîn a projeyê danîbû.

Dîroka Heskîfê vedigere nêzî 10 hezar sal berê. Navê xwe ji malên ku di kevir de hatine nexşekirin girtiye. Gundê Heskîf di sala 1981’yan de wek herêmek parastî hatibû ragihandin.

Dewleta Tirk dixwaze bi rêya avakirina bendavê, Heskîfê bixe bin avê û zêdetirî 50 hezar kes şêniyên gund yên derdorê koçber bike.

Têkildarî vê mijarê hevserokê Desteya Turîzm û Şûnwaran ê Kantona Cizîrê Rustem Ebdo ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ne tenê gund lê belê nêzî 780 cihên dîrokî û hezar û 500 avahiyên dîrokî li bakurê Kurdistanê di encama avakirina Tirkiyeyê ji 22 bendavan li ser her du çemên Firat û Dicleyê de di bin tehdîda binavkirinê de mane.”

Bendava Ilisûyê wêrankirina şûnwaran e

Her wiha Rustem Ebdo diyar kir ku eger bendava Ilisûyê bixebite, dê gundê Heskîf di bin avê de bimîne. Ebdo da zanîn ku avakirina bendavê li ser pergala hawîrdorê xetereyek e û dê gelek ajal winda bibin.

Di berdewama axaftina xwe de Ebdo wiha got: “Piraniya cihên Kurdistanê xwedî dîrokeke kev in. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya projeya bendavê vê dîrokê ji holê rake.”

Têkildarî armancên dewleta Tirk li ser avakirina bendava Ilisûyê, Ebdo tekez kir ku dewleta Tirk dixwaze bi ava çemên Firat û Dicle zeft bike û avê li ser herêmên li Sûriyeyê, Bakurê Kurdistanê û Iraqê qut bike. Her wiha dixwaze dîroka Mezopotamyayê ya kevnar veşêre.

Hevserokê Desteya Turîzm û Şûnwaran Rustem Ebdo wiha pê de çû: “Divê aliyên têkildar di serî de UNESCO yekser mudaxele bikin û rê li ber keraseteke rastîn bigirin.”

Rustem Ebdo diyar kir ku UNESCO, li hember binpêkirinên dewleta Tirk  a der heqê gundê Heskîfê de, newêre bertekên pêwîst bide û wiha domand: “Di nav bêdengiya navdewletî û ya rêxistina UNESCO’yê de, dagirkera Tirk bi balafiran Efrîn dagir kir û gelek cihên dîrokî wek perestgeha Eyn Dara ya dîrokî wêran kirin.”