حركة المجتمع الديمقراطي

Şandeyek ji Belçîka hat Rojava

195

Şandeyek ji Belçîkayê bi armanca ku Şoreşa Rojava û binkirinên hêzên dagirker ji nêz ve bişopîne, hate Rojava û bi gel Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê kir re civiya

Îro saet 14.10 an de şandeyek ji Belçîka serdana Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê ya li bajarê Qamişlo kirin. Di nava şandeye de Parlementerê Belçîka Georges Dallemagne, rojnamavan Jean Pierre Martin,rojnamavan û wenegir Samuel Leslie R. Lerate, rojnamavanê Rojnameya La Libre Christophe Lamfalussy, berpirse Saziya Qurbaniyên Êrîşên Terorîsta ya Awrupa Philippe Vansteenkiste hebû.  Şande ji aliyê Hevserokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omar ve hat pêşwazî kirin.

Armanca şandeya Belçîka ya hatina Rojavayê Kurdistanê ji bo naskirina pêşdeçûnên Şoreşa Rojava, binpêkirina mafên mirovan li Efrînê û çeteyên DAIŞ‘ê yên ku ji Belçîka ye ne li ser wan nîqaş bikin e.  Di serdanê de aloziya Sûriyeyê û pêşeroja çareseriya siyasî li Sûriyeyê û dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê hatin gotûbêjkirin. Şandeya Belçîka derbarî Şoreşa Rojava de gotin, jin di hemû aliyan de pêşenge û ew pêşengtî ji cîhanê re dibe mînak.

Hevserokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê  Abdulkerîm Omar anî ziman ku ev demekê direjê dewleta Tirk a dagirker gefan li ser heremên rizgarkiri dixwe û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker li dijî hemû mafên mirovan tev digere. Êrîşên xwe li ser Efrînê û Rojava bi hemû şêwazên qirêj didomîne. Her wiha çeteyên giredayî dewleta Tirk a dagirker ji bo cîhanê xeteriyek mezin e. Ji bo wan çeteyan pêwîste em  dest bidin hev da ku tu xeterî negihişe gelan.”