حركة المجتمع الديمقراطي

Li ser şopa DAIŞ‘ê.. dagirkeriya Tirkiyê gefa serjêkirinê li welatiyekî dixwe

182

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku heman rêbazên çeteyên DAIŞ‘ê bi kar tîne, li gundê Badîna yê Efrînê gefa kuştinê li welatiyekî dixwe ku heke 10 mîlyon lîreyên Sûrî nedin.

Di dîmenekî de ku çavkaniyên herêmî ji me re şandine, çeteyekî dewleta Tirk a dagirker bi cilên reş kêr li ser stûyê welatiyê bi navê Xesan Fewozî Hesen ê ji gundê Badînayê daniye û gefa serêjkirinê lê dixwe ku heke 10 mîlyon lîreyên Sûrî  nade.

Xesan jî dibêje ku wî malbata xwe îqna kiriye ku pereyan bide.

Her wiha di dimenek din de, çeteye ji bi Xesan re dibêje, “Sibe tê were kuştin, hevjîna te bi me re nabe alîkar.” Xesan jî dibêje, ew cotkar e.

Çete ji Xesan bi endamtiya komîna gundê Badînayê tewanbar dike û dibêjin, ev dîmenê dawî yên jiyana te ye, ji ber ku tê sibe were kuştin.”

Çavkanî destnîşan kir ku, Xesan heya niha li gel çeteyan e.