حركة المجتمع الديمقراطي

Hesen Koçer: Rola Tirkiyê di Sûriyê de tune dibe

131

Rêveberê TEV-DEM‘ê Hesen Koçer destnîşan kir ku Tirkiyê di qeyraneke siyasî û aborî de ye, nemaze ku qala şerê Idlibê tên kirin.

Tevgera Civaka Demokratîk bi  civînekê geşedanên dawîn ji şêniyên Efrînê re yên li kampa Serdemê  nirxand.

Bi sedan kes di civînê de amade bûn.

Di civînê de Rêveberê TEV-DEM‘ê Hesen Koçber geşdanên dawîn ku li herêmê rû dide nirxand.

Koçber anî ziman ku binpêkirinên dewleta tirk a dagirker ên li dijî sivîlên Efrînê didomin û daxuya kirin ku rojane kuştin, revandin û şewitandina bax û paxçeyan têne kirin û wiha dom da axaftina xwe, “Berxwedana me ya li hemberî dagikeran berdewam e.”

Hesen Koçer her wiha bal kişand li ser tecrîda li djiî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmralî û da zanîn ku tirkiyê xwest di kesayeta Ocalan de û dagirkirina Efrînê îradeya gel têk bibe.

Rêveberê TEV-DEM‘ê Hesen Koçer di dawiya axaftina xwe de got, Tirkiyê di qeyraneke siyasî û aborî de ye, nemaze ku qala şerê Idlibê tên kirin, rola Tirkiyê di Sûriyeyê de paş de dikeve.

Civîn bi nîqaşan û bersiva pirsan bi dawî bû.