حركة المجتمع الديمقراطي

Geşedanên dawîn ji şêniyên Kampa Serdemê re hatin şîrovekirin

87

Hediya Yûsif destnîşan kir ku, şerê Idlibê û qewtindina komên çete di heman demê de dê lez bide pêngava rizgarkirina Efrînê.

Bi armanca nirxandina rûdanên dawî li ser asta Sûriyeyê, civînek ji şêniyên kampa Serdemê re hat lidarxistin.

Bi dehan şêniyên Efrînê yên li kampê di civînê de amade bûn.

Hediya Yûsif anî ziman ku civînên Cinêv û Astanayê tu encamên erênî ji bo gelê Kurd negirtin.

Hediya, her wiha li ser rewşa Idlibê jî destnîşan ku, herêma Idlib niha di rojevê de ye, dewleta Tirk a dagirker hewl dide komên çete bi navê nû kom bike da ku Idlib bigire û ev tişt bi lêv kir, “Helwesta rêjîm û Rûsya diyar dike ku amadekriyên destpêkirina şerê Idlibê dikin, bi taybet piştî ku komên çete bi rêjîmê re li hev nekirin.”

Hevseroka Meclisa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif bal kişand ku Berxwedana Serdemê ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê berdewam e û anî ziman ku şerê li Idlibê jjî dê bibe gavên destpêkê yên rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê.

Civîn bi bersiva pirsan bi dawî bû.